Erdogan: Em 'herêma aram' ne ji Fransa û ne jî ji Almanya re nahêlin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke xwe ya nû de behsa avakirina 'herêma' aram li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku “giring e ku herêma aram di bin kontrola Tirkiyê de be. Em vê ne ji Fransa re, ne jî ji Almanya re nahêlin.”

 

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di çavpêkevtinekê de li gel kanala NTV ya wî welatî, li ser mijara avakirina herêma aram li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha geşedanên li Sûriyê û herêmê axivî.

 

Erdogan, di derbardê herêma aram de ku tê payîn li ser xeta sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê bê pêkanîn, da xuyakirin ku demeke nêzîk ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye û wî bi Trump re qala Sûriyê kiriye.

 

Erdogan got:“Eger ku ev kar bibe karekî xapandinê, dê helwesta me jî biguhere. Ez wiha dizanim ku dê wek awayê ku tê texmînkirin nebe. Dê piraniya leşkerên wan vekişin. Li gor agahiyên me wergirtiye, renge bi şêweyeke sembolîk 300-400 an jî 200 kes, an jî wek hêza hevpeyman 500 kes li wê derê bimînin. Biryardariya me diyar e. A giring ew e ku herêma aram di bin kontrola Tirkiyê de be. Em vê ne ji Fransa re, ne jî ji Almanya re nahêlin.”

 

Erdogan, di derbarê hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de jî ku dê di 31ê Adarê de pêk bê, axivî û got, di ankêtên hilbijartinan de manîpulasyoneke ciddî heye û got, “lê belê qadên mîtîngê, anketên herî mezin in.”

 

“Li Tirkiyê cihekî bi navê Kurdistan heye?”

 

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de, ji ber bikarbirina navê Kurdistanê rexne li Hevserokê HDPê Sezai Temelli kir û got: “Qala Kurdistanê dike. Divê bersivek ji vî zilamî re bê dayîn. Li Tirkiyeyê herêmeke bi navê Kurdistan heye? Jixwe di derbarê wî de lêpirsîn hate destpêkirin, serdana tawankariyê hate kirin. Tu çawa welatê min perçe dikî? Eger eşqa te ji Kurdistanê re hebe, li bakurê Iraqê, Kurdistan heye, fermo biçe wê derê. Her der Anatolya ye. We xendek kolan, me jî hûn di wan xendekan de binax kir.