DBP: Ji bo banga 27ê Sibatê civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di salvegera yekem a banga Aştî û Civaka Demokratîk de got, “Ji bo banga 27ê Sibatê civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê.”
Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kiribû û xwestibû ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesix bike.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di salvegera yekem a vê bangê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de amaje bi gavên PKKyê hat kirin û hat gotin ku aliyê dewletê heta niha gavên şênber neavêtin.
Daxuyaniya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ev e:
“Rojhilata Navîn a ku sed sal in ji aliyê hêzên netew-dewlet ve bi hesabên jeopolîtîk sînorên wê bi feraseta yekperestiyê tê xêzkirin, di vê serdemê de jî di qonaxeke dîrokî de derbas dibe.
Erdnîgariya ku sed sal in, ji bawerî, çand û nasnameyên gelan re wargehî kiriye, ji ber polîtîkayên dagirkerî û înkarê li ber banga erdhêjeke nû ye.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de, banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, ne tenê ji bo çareseriyê pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî perspektîveke stratejîk pêşkeş dike.
Banga ku hat kirin, li hemberî siyaseta şer siyaseta demokratîk esas digire, avakirina peymana demokratîk a civakî armanc dike. Di vî warî de wek derfeteke dîrokî xwedî cihekî girîng e.
Di ser vê bangê re salek derbas bû. Di salekê de, biryara çekşewitandinê û xwekişandina derveyî sînor a PKKyê, îrade û biryardariya çareseriyê derxist holê.
Bi pêvajoya ku rageşiya herêmî û gerdûnî her ku diçe kûr dibe de, ev helwest, ji bo pêşeroja aştiyê gaveke stratejîk û dîrokî ye.
Her wiha, Manîfestoya Civaka Demokratîk, perspektîva Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk li gel gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî nexşerêyeke berfireh derdixe pêş.
Ji bo ev nêzîkatî li ser bingeheke erênî bimeşe û civakî bibe û herî pêş divê azadiya pêşengê vê pêvajoyê Birêz Ocalan pêk bê û bingeha lêgerînên çareseriya demokratîk bi hêztir bibe.
Lê mixabin li hemberî vê îradeyê, heya niha ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve ti gavên ku dê veguhestina demokratîk pêk bînin nehatine avêtin. Rapora ku ji aliyê Komîsyona Piştgiriya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hat parvekirin jî bi neveroka xwe ve ji perspektîva çareseriyê dûr ma.
Rewşa ku îro tê jiyîn jî vê nakokiyê bi awayekî şênber radixe li ber çavan. Destilatdarî û dewlet di gotinê de li ser aştî û çareseriyê disekinin lê di warê hiqûqî, siyasî û makezagonî de pratîkeke erênî nameşînin.
Em baş dizanin ku aştî, li ser bingeheke wekhev, azad û demokratîk mumkin e. Divê çareserî wek taktîkeke siyasî neyê dîtin, divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê qebûlkirin.
Di salvegera banga 27ê Sibatê de em careke din diyar dikin ku ji bo gavên ku hatin avêtin mayînde bibin û ji bo baweriya civakî bihêz bibe divê pratîkên şênber bikevin meriyetê.
Divê astengiyên siyasî û hiqûqî ji holê rabin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, birêveberiyên herêmî bên bihêzkirin û reformên ku dê aştiya civakî mayînde bikin bikevin meriyetê.
Em wek Partiya Herêmên Demokratîk vê baweriyê de ne ku aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê jî em bang li desthilatdarî û dewletê dikin ku li hemberî îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan gavên erênî bavêjin, mesafeya navbera gotin û pratîka xwe de bi dawî bikin û ji bo lihevkirina civakî bikevin nav li û tevgerê.
Derfetên dîrokî an bi wêrektiyê tên bikaranîn an jî bi berdêlên giran encam dibin. Îradeya ji bo çareseriyê diyar e.
Ji bo pêvajo bi sazî bibe û bi encam bibe, berpirsyarî êdî li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye. Pêvajoya avakirina civakî, yekane temînata pêşeroja me ya hevpar e.
Partiya Herêmên Demokratîk.”