TIRKIYE - Kî li ser vegerandina DAIŞiyan çi dibêje?
Enqere (Rûdaw) - Tirkiye, Îraq û Amerîka ji bo vegerandina welatiyên Tirkiyeyê yên ku endamên DAIŞê ne û li Îraqê girtî ne, dan û standinan dikin.
Di navbera Tirkiye, Îraq û Amerîkayê de ji bo vegerandina gumanbarên DAIŞê yên ku welatiyên Tirkiyeyê ne dan û standinên germ hene.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî ev agahî piştrast kir û ragihand ku Tirkiye amade ye welatiyên xwe yên gumanbarên DAIŞê bibe Tirkiyeyê.
"Şert û merc guncav in"
Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan li ser mijarê axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê nexwestiye bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re biaxive û got:
"Tirkiyeyê ti carî nexwest ji bo vegerandina welatiyên xwe bi HSDyê re hevdîtinan bike lê niha şert û zemîn guncav in.
Di destê Amerîkayê de li ser endamên DAIŞê agahiyên berfireh hene û heman agahî di destê Tirkiyeyê de jî hene.
Di encama dan û standinên bi Amerîka û Îraqê re agahiyên zêdetir hatine wergirtin."
"Guman heye ku serbest bimînin"
Piştî belavbûna nûçeyên veguhestina DAIŞiyan, DEM Partiyê mijar bir parlamentoyê û daxwaza lêkolîneke berfireh kir.
DEM Partî dibêje ku guman heye endamên DAIŞê li Tirkiyeyê bi awayekî cidî neyên darizandin û serbest bimînin.
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren nerazîbûn nîşan da û got:
"Endamên DAIŞê yên ku niha li Tirkiyeyê tên darizandin û yên ku biryar e bên vegerandin, gelo bi rastî dê bên darizandin?
Gelo dê di çarçoveya yasayê de lêpirsînên cidî û bibandor bên kirin? Nexêr!
Ew nayên darizandin û şik û gumanên me hene. Loma em dibêjin bila bersiva daxwaza me ya lêkolînê bê dayîn."
Hejmara gumanbaran 165 e
Hejmara endam û gumanbarên DAIŞê yên welatiyên Tirkiyeyê ku ew veguhastine Îraqê jî ne zelal e.
Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî li ser vê mijarê daxuyand ku hejmara wan 165 kes e.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, ji sala 2013an heta sala 2026an DAIŞê li Tirkiyeyê herî kêm 11 êrişên mezin kirine.
Di wan êrişan de 351 kesan canê xwe ji dest daye û herî kêm hezar û 426 kes jî birîndar bûne.