Tirkiyê ji ber xelatkirina fermandarên YPGê bertek da Fransayê

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Senatoya Fransayê YPG Xelata Rûmetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derveya ya Tirkiyê bangî balyozê Fransa yê li Enqereyê Herve Magro kiriye û ji bo xelatkirina fermandarên YPG û YPJê nerazîbûnên xwe jê re ragihandine û ev kiryar şermezar kirine.

Wezareta Derveya Tirkiyê 27ê Adarê 2023ê bangî balyozê Fransa yê li Enqere kiriye û ji ber wî welatî madalyaya rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê û senatoya Ransa pêşwazî li fermandarên YPG û rêveberên rêveberiya xweser kirine nerazîbûna xwe anîne ziman û ji wî re gotine ew wê yekê qebûl nakin û gotine wan ew kiryar şermezar kirine.

Wek Amerîka û Brîtanyayê îsal Senatoya Fransayê jî resepsiyona Newrozê hat lidarxistin û tê de madalyaya rûmetê dan fermandarên YPGê.

Di resepsiyona ku gelek kesayet û hunermendên Kurd hatibûn vexwendin senator û siyasetmedarên Fransî jî beşdar bûn.

Di nav mêvanên resepsiyona Newrozê de yên ku hatibûn vexwendin de fermandarên YPG û YPJê jî hebûn.

Di resepsiyona ku ji aliyê Yekîtiya Karsazên Kurd-Fransî (UEFK) ve hate organîzekirin de, madalyaya rûmetê bo berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed û Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd hatin dayîn.

Li aliyê din şandeke serbazî û dîplomasî ji YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser li Parîsê serdana Encûmena Pîran (Senatoya) Fransayê kirin û bi Cîgirê serokê Senatoya a Fransayê Pierre Laurent re civiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst