Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re çû Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re berê xwe da Girava Îmraliyê.

Endamên şandeyê ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tên.

Şandeya DEM Partiyê ji bo dîtina Abdullah Ocalan vê sibehê çû Girava Îmraliyê û tê payîn ku hevdîtin çend demjimêran biajo.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, herî dawî 16ê Sibatê çûbû giravê.

Tê payîn ku piştî hevdîtinê şandeya DEM Partiyê daxuyaniyeke berfireh bide.

Di demên dawiyê de li ser rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê daxuyaniyên cuda tên dayîn.

Ji ber vê yekê çavê siyaseta Tirkiyeyê û raya giştî li peyamên ku dê ji Îmraliyê derkevin e.

Hêviyên ji bo çareseriyê

DEM Partî piştî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re dicive.

Armanca van hevdîtinan ew e ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan zemîneke siyasî û demokratîk were avakirin.