Çalişlar: Erdogan û Ocalan bi biryar in
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê, her roj dibe sedema guhertinên surprîz. Ji gelek beşên civakê piştgirî ji bo vê pêvajoyê tê. Lê hîn derdor jî ji vê yekê aciz in. Ev jî dibe sedem ku alozî derkevin. Vê yekê bandora xwe li ragihandinê jî kir. Aloziya dawî jî, di nav rojnameya Tarafê de derket. Rojnamevan û nivîskar Oral Çalişlar ê di 1’ê sibata 2013’an de bû Sernivîserê Rojnameya Tarafê, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji vê rojnameyê vediqete. Çalişlar, sedema veqetina xwe ji Rûdawê re vegot.
‘Xwestin fikar bikin nav me’
Çalişlar, diyar kir ku dema li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê destpê kiriye, wî û nivîskarên din ên rojnameyê jî piştgirî dane û sedema veqetina xwe wiha vegot: “Me jî ji rojnameya Tarafê, piştgirî da vê pêvajoyê. Ji ber ku em evqas bibiryar bûn, hîn kesan xwest bandorek neyînî li hemberî me, li karbidest bikin. Xwestin fikrên bi fikar ên li hemberî pêvajoya aştiyê bikin nav me. Li vir alozî derket.”
‘Erdogan û Ocalan bi biryar in’
Çalişlar, anî ziman ku li gorî wî niha pêvajoya aştiyê baş dimeşe û her tişt di rê de ye. Çalişlar destnîşan kir ku pêvajo bi rêkûpêk diçe û ew jî, bi kêfxweşî û hêviyek mezin piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Çalişlar da zanîn ku Tirkiye û kurd, yekem car e di rêya çareseriya pirsgirêkek ku sed sal e nehatiye çareserkirin de, gavên jiyanî davêjin. Çalişlar destnîşan kir ku hem Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, hem jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî gelek bi biryar, li ser pêvajoyê disekinin û wiha berdewam kir: “Civak jî piştgirî dide. Li herêmên ku diçimê, rastî piştgiriyeke mezin a civakî têm. Tirkiye diguhere, herêm diguhere, cîhan diguhere, cîhanek nû û Rojhilata Navîn a nû tê avakirin. Kurd jî di avakirina Rojhilata Navîn a nû de dibin aktoreke gelek girîng.”
‘MHP û CHP nikarin asteng bikin’
Çalişlar anî ziman ku MHP û CHP dixwazin pêvajoyê bixitimînin û sedema vê yekê bi van gotinan nirxand: “Nîşaneya tirsên statukoyê ye. Xwe dispêrin wê. Dixwazin pêşî li pêvajoya ber bi demokratîkbûnê ve diçe, bigirin. Bandorek neyînî dikin. Lê ewê nikaribin biserkevin. Ji ber ku vê carê civak piştgirî dide, nikarin biserkevin. Vê carê hem Ocalan hem jî Erdogan, pêvajoyê gelek zelal kirin. Li ber çavên civakê, vana dikin. Civak jî piştgirî dide vê pêvajoya ku ber bi çareseriyê ve diçe.”
Çalişlar, da zanîn ku ew ê piştî veqetina ji Tarafê jî karê xwe yê rojnamevaniyê bidomîne.