Îbrahîm Tatlises bû bernamzedê AK Partiyê

Navenda Nûçeyan - Stranbêj Îbrahîm Tatlises ji AK Partiyê serlêdana bernamzediya parlementeriyê kir.


Şêwirmenda Îbrahîm Tatlises a bi navê Şule Çinlamay ji bo bernamzediyê dosyayên pêwît hewce radestî Serokatiya Bajêr a Îzmirê ya AK Partiyê kir.


Şule Çinlamay piştî serlêdanê daxuyanî da û got ku Tatlises dê di nav çend rojan de fikrên xwe yên derbarê mijarê de bi raya giştî re parve bike.


Tatlise par li Îzmirê bi cî bibû û li navçeya Karabaglarê dikana wî ya kebabfiroşiyê heye.


Tatlises berî niha jî ji bo bernamzediyê serî lê dabû.