Enqere (Rûdaw/Ajans) – Nivîskarê navdar ê bi eslê xwe kurd, diyar kir ku ji ber ew kurde nehatiye dûrxistin û wiha got: “Carekê jî ji min re ne gotin, tû kurdî.”
Nivîskar Yaşar Kemal li memleketê xwe gundê Gokçedam (Hemite) yê girêdayî bajarê Osmaniyê merasîma vekirina ‘Mala Çandê ya Yaşar Kemal’ û ‘Parka Yaşar Kemal’ kir.
Piştre Yaşar Kemal axivî û wiha got: “Ger hinek ji min re dibêjin, ‘Hemîte yanî bapîr Hamît çiye? Ji wan re dibêjim. Bapîr Hamid dibêje, ‘Ez li vî memleketî li gundekî kurdan ji dayîk bûm û li gundê tirkan mezin bûm. Ev hezar sale em bi hev re dijîn. Ez dixwazim behsa vî memleketî yanî Osmaniyê bikim. Pir ciwan çêkiribûn. Ez zarokekî kurd bûm, lê dema me leyîstok dileyîst hevalên me şer di kirin û li her kesê didan. Lê li min ne didan. Carekê tenê jî gotin ji min re nekirin û ne gotin, Tû Kurdî.”
Kemal destnîşan kir ku ji gundê xwe pir hez dike û ji mirovan jî ti xirabiyek nedîtiye. Kemal wiha pêdeçû: “Ti gundiyekê ji ber ez kurdim, ez dûr nexistim. Em li biheştê mezin bûn. Min ti xirabî ne dît, ji bav, dayîk û bapîr. Niha ez dikim qêr û bila Tirkiye vê bibihîse, bila Tirkiye bizane. Bila hemû Tirkiyê bêjin ‘Bila hemû Tirkiye wekî gundê Yaşar Kemal lê bê!’ Ez jî vê binivîsim. Karê min nivîsandine, ne axivtin. Ez jî wê vê binivîsim.”
Piştî axaftinan, Yaşar Kemal û rêveberên bajarê vekirina ‘Mala Çandê ya Yaşar Kemal’ û ‘Parka Yaşar Kemal’ kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse