Tirk ji bo çareseriya pirsa kurd meşiyan

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi sedan tirk ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa kurd li wî welatî meşiyan. Gelek nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî piştgirî dan meşê.

Îro (27.05.2013) li Stenbolê bi sedan tirk ku xwe wek “Koma Alîkariya Çareseriyê” dan nasîn, ji devera Fatîh a bajêr heta devera Bayezîdê meşiyan.

Di meşê de xwepêşanderan pankartên “Ji Çareseriya Belê” hilgirtibûn û bi siloganên wek “bibihîze, bibêje, guhdar bike, baxife”, “Ji çareseriya aştiyane re belê” û “çareserî û aştî ji bo me bes e” daxwaza çareseriya pirsa kurd kirin.

Piştî meşê, li ser navê komê daxuyaniyek ji aliyê Gulden Sonemz û Yildiz Onen ve hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê kuştin xilas bû. Alîkariya aştiyê li ser stûyê herkesî wek deynekî ye. Em mirov in û divê alîkariya çareseriyê bikin.”

Hat zanîn, li nav meşê de endamên Komîsyona Aqilmendan Alî Bayramoglu û Levent Korkut û gelek nivîskar, hunermend û rewşenbîr jî hebûn.