Li Tirkye û Bakur qonaxa duyem a asayîkirina jiyanê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Îro qonaxa duyem a asayîkirina jiyanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destpê dike.

Qonaxa yekem ya asayîkirina jiyanê 11 Gulanê destpêkiribû, lê bi hatina cejna Remezanê re, li 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qedexe hatibû ragihandin, û bi temambûna bêhnvedana cejnê re, qonaxa duyem a normalbûna jiyanê destpê dike.

Di vê qonaxê de navendên werzîşê, hotel û kafêterya têne vekirin.

Berî niha hikûmeta Tirkiyê ragihandibû, ku bi daketina rêjeya tûşbûna bi korona re, dest bi asayîkirina jiyanê dikin, û qedexeyên li ser beşên cuda cuda yên jiyanê têne rakirin. 

Ji îro ve, qonaxa duyem aa normalbûla jiyanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destpê dike, û heta 1ê meha Îlona 2020an plan hatiye danîn. 

27ê Gulanê:

 - Qedexeya li ser kesên kêmî 20 salî û zêdeyî 65 saliyê tê rakirin.

 - Qedexeya ketin û derketina 13 bajaran tê rakirin.

1ê Hezîranê:

- Hotel, Klub, Kafeteriya, Civatên Xwecihî, Melevangeh, û Senterên Sporê têne vekirin.

- Bi mercê ku tenê %25ê kursiyan werin dagirtin, salonên mehr kirinê têne vekirin.

- Qedexeya derketina derve tê rakirin

- Nexweşxane qonax bi qonax vedigerin ser rewşa normal.

- Karûbarê wergirtina 20,000 mamostayan destpê dike.

12ê Hezîranê:

- Nimêja Înê li derveyî mizgeftan û li cihên vekirî tê kirin.

- Nimêjên cemaetê li mizgeftan bi parastina dûriya civakî, û bikaranîna maskan tên kirin.

15 Hezîranê:

- Cihên geştiyariyê dê bêne vekirin.

- Tevahiya rûniştinên dadgehan ji nû ve destpê dikin.

 - Deriyên sînorî têne vekirin.

- Beşên navxweyî yên xwendevanan têne vekirin.

- Karmendên nexweş û xwedan pêdiviyên taybet, qonax bi qonax vedigerin ser kar.

1ê Tîrmehê:

- Holên şahiyan, sînema û şanoyê têne vekirin.

- Karmendên tendirustiyê dikarin muhleta salane werbigrin.

- Karûbarê veguhistina karmendên tendirustiyê destpê dike.

1ê Îlonê:

- Civîn, konferans, merasîm bi mercê nebûna bufeya vekirî û bi bikaranîna maskan dikare destpê bikin.