Destûra nû: 'Daxuyanî hene lê li parlamentoyê kar nayên kirin'
Enqere (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê xebatên ji bo destûra nû got, "Hevalên me niha xebatên ji bo amadekirina destûra nû didomînin û dê bidomînin."
Aliyên din yên siyasî jî amade ne ku piştigiriya amadekirina destûreke nû bikin lê tevî hemû van daxwazan jî heta niha li parlamentoyê karekî cidî ji bo çêkirina destûrê nayê kirin.
Di demekê de ku dan û standinên DEM Partiyê di gel aliyên siyasî yên Tirkiyeyê wekî mixalefet û desthilat berdewam in yek ji mijarên gotûbêjan hem di wan civînan de hem jî bi şiklekî giştî mijara çêkirina destûreke nû ye ji bo Tirkiyeyê.
DEM Partî çêkirina destûreke nû wekî beşeke mezin a çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê dibîne.
"Daxuyanî hene lê li parlamentoyê niha kar nayê kirin"
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser xebatên destûrê yên Parlamentoya Tirkiyeyê û got:
"Li parlamentoyê niha karek nayê kirin li ser vê mijarê zêdetir temenî hene.
Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş jî berdewam behsa giringiya destûreke sivîl dike.
Gelek partî jî daxuyaniyan didin lê heta niha jî li parlamentoyê karek nayê kirin."
Mijara çêkirina destûra nû ji bo Tirkiyeyê yek ji wan mijarane ku hemû partiyên siyasî li ser mijarê yek deng in.
Lê li ser beşek xalên destpêkê û beşek xalên ku wekî bingeha komara têne dîtin helwestên cuda hene.
Parlamenterê Partiya Paşerojê Celaleddîn Kanî Torun nêrînên xwe wiha anîn zimên:
"Di vê mijarê de aliyê desthilatê dibêje `Em kar dikin` lê heta niha tiştek nehatiye ber destê me.
Mijara destûrê jî dê bi komisyonê bê rojevê û dê li komisyonê bê axaftin ka dê çê bê kirin.
Bi ditîna min piştî wan eger lêktêgehişteneke giştî çêbibe û destûr jî wisa bê çêkirin dê baştir be."
Bi gotina aliyên siyasî li parlamentoyê tevî ku berpirsên partiyan û hikûmetê gelek caran amaje bi pêwîstiya destûreke nû dikin jî lê heta li parlamentoyê karekî cidî nayê kirin.
"Mixalefet naxwaze bi vê şêwazê li ser destûrê kar bê kirin"
Parlamenterê Saadetê Cafer Guneş li ser helwesta mixalefetê ya ji bo destûrê wiha axivî:
"Li parlamentoyê mixalefet bi vê şêwazê naxwaze kar li ser destûrê bê kirin.
Em vê şêwazê xelet dibînin. Em nizanin dê ji bo vî karî komisyonek bê damezrandin yan na.
Wekî sekreterê giştî yê Saadetê jî ez tenê dikarim behsa biryarên encûman partiya xwe bikim.
Heta niha biryareke nû nîne. Her dema me helwesta xwe ya navendî zelal kir em dikarin dîsa li serê biaxvin."
Di derbarê mijara destûra nû ya Tirkiyeyê de pêştir Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku ew wekî AK Partî karên xwe dimeşînin.