Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya operasyona girtina DAIŞiyan de Halis Bayancuk ê bi navê ‘Ebu Hanzala’ tê nasîn ku tê gotin berpirsiyekê DAIŞê ye, hat girtin.
Li Stenbolê Halis Bayancuk û 3 kesên din piştî lêpirsînê hatin girtin.
Hat ragihandin di çarçoveya operasyona li dijî PKK, DAIŞ û DHKP-Cê de Halis Bayancuk û hevjîna wî li gel çend DAIŞî yên din hatibûn binçavkirin.
Dozgerê lêpirsînê, 14 kesên hatin binçavkirin ji bo girtina wan ew veguhestin Dadgeha Stenbolê. Dadgeha biryara girtina Halis Bayuncuk, Enes Yelgun, Zekî Murat û Murat Alinacak da û her 10ên din serbest berda.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse