Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo yekemîn kongreya awarte ya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ya Tirkiyeyê hatiye vexwendin.
AKP îro yekemîn kongreya xwe ya awarte ji bo hilbijartina serokê giştî yê partiyê û serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê li dar dixe.
Kongre saet 10:00 û li salona Arenayê ya paytext Enqereyê dest pê kir û heta niha jî didome.
Her çiqas bi fermî nehatibe ragihandin jî lê di dîmenên kongreyê de derket holê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî di salona kongreyê de ne.
Tê gotin, Serokwezîr Barzanî dê sibê jî tevlî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse