Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî kongreya AK Partiyê bû

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo yekemîn kongreya awarte ya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ya Tirkiyeyê hatiye vexwendin.

AKP îro yekemîn kongreya xwe ya awarte ji bo hilbijartina serokê giştî yê partiyê û serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê li dar dixe.

Kongre saet 10:00 û  li salona Arenayê ya paytext Enqereyê dest pê kir û heta niha jî didome.

Her çiqas bi fermî nehatibe ragihandin jî lê di dîmenên kongreyê de derket holê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî di salona kongreyê de ne.

Tê gotin, Serokwezîr Barzanî dê sibê jî tevlî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bibe.