Balikesîr dîsa hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê saet 05:46an erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), navenda erdhejê navçeya Sindirgiyê bû û hêza wê 4,4 pile bû.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 10,12 kîlometre bûye.
Divê were gotin ku Sindirgi demên dawiyê gelek caran diheje.