MÊRSÎN - Mûçeyên karkerên tekstîlê nadin wan
Hewlêr (Rûdaw) - BÎRTEK-SENê ragihand ku li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê xwediyê kargeha tekstîlê mûçeyê 3 mehan û tazmînata karkeran nedaye û karker bê kar hatine hiştine.
Li gor daxûyaniya BÎRTEK-SENê, xwediyê Tekstîla Guneyê ya li parêzgeha Mêrsînê bêyî ku pereyên karkeran bide winda bûye û li bajêr rewşên bi vî awayî zêde bûne.
Hinek karkerên tekstîlê civiyan û wan nerazîbûna xwe nîşan da.
Karker dibêjin xwediyê kar ji bo pereyên wan nede kargeh girtiye û ew nikarin wî peyda bikin.
“Em parsê nakin”
Karkera Tekstîlê li ser vê rewşê wiha axivî:
“Em parsê nakin, em heqê xwe dixwazin. Hemû kes xwedî malbat e û zarokên wan hene.
Em di xaniyê kirê de ne. 3 meh in, em di rewşeke zehmet de dijîn.
Xwediyê kar bersiva telefona me nade. 180 kesan li vê kargehê kar dikir. Em dixwazin mexdûriyeta xwe nîşan bidin.”