Serokê Baroya Amedê: Divê saziyên dewletê bi Kurdî re li hev bên
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, di axaftina xwe ya li Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê de ragihand ku çareseriya pirsgirêka Kurdan bi wê yekê mimkun e ku alî bêyî ti sînordarkirin û sansurê xwe îfade bikin û bang li saziyên dewletê kir ku bi zimanê Kurdî re li hev bên.
Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin îro bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş 6emîn civîna xwe saz kir.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erinç Sagkan û serokên baroyên Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Bedlîs, Hatay, Meletî, Mêrdîn, Mersîn û Sêwasê jî di civînê amade bûn û nerîn û pêşniarên xwe yên li ser pêvajoyê bi komîsyonê re parve kirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di axaftina xwe ragihand ku pêvajoya aştiyê ya ku Çiriya Pêşîn a 2024an de dest pê kiribû, di 11ê Tîrmeha 2025an de bi şewitandina çekan ji aliyê birêvebir û endamên PKKyê ve, gihîştiye xaleke girîng.
"Divê komîsyon zimanê cudaker red bike"
Guleç diyar kir Kurd tenê ji ber daxwazên xwe yên mafan wekî dijmin hatine nîşan dan û daxwazên wan bi etîketên cuda hatine bêqîmetkirin û got:
“Divê komîsyona we, ev zimanê cudaker red bike û civakê dîsa bîne cem hev.
Divê zimanê aştiyê, zimanê çareseriyê, zimanê nirxên gerdûnî yên hiqûq û demokrasiyê bi têgihiştineke berfireh bi pêş bixe.”
Kurdî û Diyanet
Abdulkadîr Guleç her wiha rexne li Saziya Diyanetê jî girt ku di xetbeyan de cih nedabû Kurdî û got:
“Nebûna xutbeya Kurdî di nav 8 zimanan de ku Serokatiya Karûbarên Olî (Diyanetê) weşandiye, ji bo Kurdan rewşeke dilêş e.
Zêdekirina zimanê Kurdî li ser sepanên wekî KADESê (Sîstema Piştgirîya Jinan) ji bo parastina ewlehiya canê jinan, bi vekirina dozeke ji aliyê Baroya me ve pêk hatiye.”
Kurdî û Parlamento
Serokê Baroya Amedê tekezî li ser giringiya zimanê Kurdî kir û got:
“Divê Parlamento, wekî saziya herî bingehîn ku dengê gel û milet e, di bikaranîna vî zimanî de înîsiyatîf bigire û destûrê bide.
Ev helwest ji bo normalîzekirina Kurdî û bûyîna zimanê aştiyê, dikare bibe gaveke pir biqîmet.”
"Divê dewlet û Kurdî li hev bên"
Guleç bal kişand ser berdewamiya hebûna zimanê Kurdî di jiyanê de tevî qedexeyan û got:
“Ji bo ku ev pirsgirêk dubare nebin, pêwîst e mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî bê naskirin.
Divê dewlet û hemû saziyên dewletê bi zimanê Kurdî re lihevhatî bin.”
Li gorî Guleç, çêkirina destûreke nû êdî ne bijaredeyek e, lê pêwîstiyeke dîrokî ye û got ku pêwîst e destûreke li ser lihevhatina civakî ku azadiyan esas bigire û her kes bikaribe xwe wekî hemwelatiyekî wekhev bibîne, were çêkirin.
Serokê Baroya Amedê her wiha ragihand ku ew bawer dike komîsyon dê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê û serxwebûna darazê, sûdên girîng bike.