Navenda Nûçeyan – Polîsên Tirkiyê li navçeya Uskudara Stenbolê li zeviyeke xalî di bin erdê de hejmareke zêde demançe derxistin.
Li gor agahiyan li taxa Burhaniyeyê ya bi ser navçeya Uskudarê ve polîsan bi makîneyan erd koland.
Polîsan ji bin erdê bi sedan demançe derxist.
Herêma ku bi sedan demançe hatine dîtin ji çûn û hatinê re hatiye girtin. Herwiha hêj kolandin li wê derê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse