Hunermenda Tirk Melek Mosso ji bo Jîna Emînî pora xwe birî
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Tirk Melek Mosso, bi armanca piştgiriya Jîna Emînî û jinên Îranî li ser dikê pora xwe birî.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên ji bo protestokirina mirina bi guman a keça Kurd Jîna Emînî di roja 11emîn de berdewam in.
Çalakî û piştgiriyên bo Jîna Emînî jî her diçe li cîhanê belav dibin û jin ji bo piştgiriya jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pora xwe dibirin.
Herî dawî hunermenda navdar a Tirk, Melek Mosso bi armanca piştgiriyê di dema konsereke xwe de li ser dikê pora xwe birî û got: “Ez îşev stranên xwe li ser navê hemû jinan dibêjim, dê kesek nikaribe azadiya me ji me bistîne.”
Piştî ku keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat kuştin, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nerazîbûn û xwepêpandanan destpê kirin. Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, di xwepêşanan de heta niha nêzîkî 50 kesan canê xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar in û bi sedan kes jî hatine desteserkirin.
Herwiha bi dehan rojnamevanên ku xwepêşandanan dişopînin ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine girtin.
Li aliyekê din hikûmeta Îranê li hin bajar û navçeyan ji bo ku dengê xelkê neyê bihîstin û dîmenên xwepêşandanan li hundirê welat û li cîhanê belav nebin, herwiha ji bo ku xelkê cîhanê tundûtîjiya hêzên emnî li beramber xwepêşanderên sivîl nebînin, înternet qut kiriye.