Zeren Ertaş di asansorê de miribû: Li gelek bajaran xwedekar daketin kolanan
Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Zanîngeha Adnan Menderesê Zeren Ertaş, di asansora şevîmanê de asê mabû û canê xwe ji dest dabû.
Di serî de Amed, Stenbol, Enqere, Bursa, Mêrsîn û Aydinê, li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê xelk ji bo Zeren Ertaşê daket kolanan.
Zeren Ertaş 25ê vê mehê di asansora Şevîmana Keçan a Guzelhisarê ya li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê de asê mebû û canê xwe ji dest da.
Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û xwendekaran, xemsariya rêveberiya wargehê û kompanyaya asansorê protesto kir.
Xwendekarên zanîngehan derketin pêş şevîmanên xwe xwe û wan çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.
Li aliyê din, derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û berpirsekî kompanyaya asansorê hat desteserkirin.
Termê Zeren Ertaşê li navçeya Kurtkoyê ya Stenbolê hat veşartin.