Parêzerê Ocalan: Şert û mercên Îmraliyê hatine başkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez eşkere kir ku şert û mercên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê hatine sivikkirin û di helwesta birêvebiriya girtîgehê de guherîn çêbûne.

Li gorî nûçeya Reutersê, Îbrahîm Bîlmezê ku piştî sala 2019an cara ewil destûr standiye ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike, ragihand ku şert û mercên girtîgehê hatine başkirin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku di şertên girtîbûna Ocalan de guherîneke berbiçav heye ku 26 sal in di girtîgehê de ye.

“Dikare bi girtiyên din re bicive”

Li gorî agahiyên ku Bîlmez dane, helwesta wezîfedarên Îmraliyê li gorî berê bi rêztir bûye.

Bîlmez da zanîn ku şertên tecrîdê hatine sistkirin û derfetên nû yên Ocalan wiha rêz kirin:

Mafê Sohbetê: Ocalan êdî dikare bi girtiyên din ên PKKyî yên li girtîgehê re pêwendiyê deyne û hevdîtinê bike.

Pirtûk û TV: Mafê xwendina pirtûkan didome û her wiha destûr tê dayîn ku li hinek kanalên televizyonê temaşe bike.

Sînordarkirina Înternetê: Lê destûr nayê dayîn ku Ocalan înternetê bi kar bîne.

Vîna wî neguheriye”

Bîlmez piştî hevdîtinê li ser rewşa tenduristî û morala Ocalan jî agahî dan û diyar kir ku baweriya miwekîlê wî ya ji bo pêvajoya çareseriyê tam e.

Bîlmez li ser vê yekê got, "Xirêt û îradeya wî neguheriye. Tiştek ji wî kêm nebûye.

Ew ji bo çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan hewldanên xwe didomîne."

Duşema borî sê parlamenter çûbûn Îmraliyê û wan bi Ocalan re hevdîtin kiribû.

PKKyê jî meha gulanê biryara "danîna çekan û fesixkirina xwe" ragihandibû.

Hatibû îdiakirin ku Ocalan otorîteya xwe ya li ser rêxistinê bi kar tîne û bi xwe pêvajoya çekdanînê bi rê ve dibe.

Di belgeyên ku ketine destê Reutersê de hatibû îdiakirin ku Ocalan gotiye, "Min ava kir, ez diqedînim."