DEM Partî: Bila girtenameyên hevdîtina Ocalan bên eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku divê hûrgiliyên hevdîtina ku li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin bi raya giştî re werin parvekirin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser rojevê axivî.

Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna Komîsyonê ya 4ê Kanûna Pêşîn û xwest ku girtenameyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi raya giştî re bên parvekirin û got:

"Em dê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi agahiyên ku dê 4ê Kanûna Pêşîn bidin Komîsyonê hîn bibin.

Hêviya me ew e ku ev girtename ji raya giştî re vekirî bin. Çawa ku raya giştî ya Tirkiyeyê dikare bi rêya malpera parlamentoyê xwe bigihîne mînakên civînên meclisê, divê karibe bi heman awayî xwe bigihîne naveroka hevdîtinên li Girava Îmraliyê jî."

“Ocalan mixetabê sereke ye”

Ayşegul Doganê diyar kir ku di çarçoveya çareseriyê de cara ewil hevdîtineke wiha tê kirin û ev yek dê lezê bide pêvajoyê.

Berdevka DEM Partiyê got Abdullah Ocalan mixetabê sereke ye û wiha pê de çû:

"Em dê bi hev re bibin şahid bê ka ev diyalog dê çawa hêzê bide pêvajoyê.

Lê nabe ku ev hevdîtin tenê carekê be, divê rêya Îmraliyê bi awayekî fermî vekirî be.

Divê akademîsyen, rojnameger, parêzvanên mafan û nûnerên aliyên cuda yên siyasî jî karibin hevdîtinê bikin."

Rexne li CHPyê: Siyasetsizî ye

Ayşegul Doganê rexne li CHPyê girt ku tevlî hevdîtina li Îmraliyê nebûye û ev rewş wekî "bêşansî û bêsiyasetî" bi nav kir.

Doganê li ser vê yekê wiha got, "Divabû ji bo Komîsyona ku ji bo paşeroja 86 milyonan hatiye avakirin tevlîbûneke bêkêmasî çêbûya.

Yên ku fikara wan a şefafiyetê heye, divabû derfeta çûna giravê bi kar bianiyan pirsên xwe bikirina.

Mixabin ev nîşaneya bêsiyasetiyê ya  di çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan de ye."

“Divê Demirtaş û Yuksekdag bên berdan”

Ayşegul Doganê bangî mixalefetê kir ku helwesteke çalaktur nîşan bide.

Wê her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn  werin bicihanîn û got:

"Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, divê hemû kesên ku di Doza Kobaniyê de girtî ne bên berdan."