Li Stenbolê kî kûçikan têr bike dê were darizandin

Stenbol (Rûdaw) - Piştî biryara navendî ya derbarê kûçikên bêxwedî de, Parêzgariya Stenbolê jî biryareke nû ragihand û xwarindana kûçikan li hinek deveran qedexe kir.

Li gorî vê biryarê, eger kesek li kuçeyan xwarinê bide kûçikekî bêxwedî dê doz derbarê wî de were vekirin.

Ev biryar bû sedema berteka welatiyan.

Parêzgariya Stenbolê bi hinceta ku ew ajel dibin sedema "heşeret, kêç, sipî û nexweşiyan" dayîna xwarinê ya li hinek deveran wekî tawan ragihand.

"Ev biryara herî bêwate ya cîhanê ye"

Ajeldost Umît Aydinlik nerazîbûn nîşanî biryarê da û got:

"Ev biryara herî bêwate ya cîhanê ye. Eger ew xwarin ya min be, dilê min bixwaze ez dê bi kê re parve bikim.

Wekî din jî, ma ji parvekirina tiştekî baştir çi heye? Nexasim ku ew zindîwarek be.

Ew hevalên ku ew biryar standiye, diyar e di zarokatiya xwe de û di ciwaniya xwe de dest li ajelekî nedane.

Eger ne dê biryareke wiha di hişê wan re jî derbas nebûya. Gelekî bêwate ye."

Biryara derbarê ajelên bêxwedî de 30yê Tîrmeha 2024an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pesendkirin û piştî mehekê jî wekî yasa ketibû meriyetê.

Ew biryar ji hemû şaredariyan re hatibû şandin da ku kûçikên li bajarên xwe kom bikin û li cihên guncav werin xwedîkirin.

Welatiyê bi navê Servet Enkeren jî got, “Niha ew kûçik, can û qûlên Xwedê yên bêdeng in.

Ne li cîhanê, li tu devera gerstêrkê tiştekî wisa nabe. Eger ne divê tiştek bê kirin, em neçar in rast û durist bikin Dinya tenê ya me nîne.”

Li kîjan deveran qedexe ye?

Biryara nû jî wekî ya ewil ji hemû şaredarî, qeymeqamtî û birêvebiriyên ewlehiyê re hat şandin.

Parêzgariya Stenbolê diyar kir ku bi taybetî li balafirgeh, cihên perwerde û tenduristiyê, îbadetxane, park, bexçe, cihên lîstika zarokan û li kêleka rêyan dayîna xwarinê ya ji bo kûçikan hatiye qedexekirin.

Tevî ku cezayê vê tawanê nehatiye eşkerekirin jî welatî ji ber vê biryarê ketine nava gumanan.