Li Stenbolê qeza: 4 karkerên jin mirin û 7 jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya parêzgeha Stenbolê, minîbusa ku karkerên jin tê de bûn wergeriya.

Di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro demjimêrên êvarî li Taxa Yeşilkentê ya navçeya Esenyurtê qewimî.

Minîbusa ku karkerên ji kar derketibûn vediguhastin, ji ber şiliyê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 4 karkerên jin li cihê bûyerê mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Rewşa 3 birîndaran giran e

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 3 birîndaran giran e û metirsiya wan a canî heye.