Milliyet: Tirkiye dê daxwaza radestkirina Gulen ji Amerîka bike

28-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, hikûmeta AKPê dest bi amadekariyên wê yekê dike ku bi fermî daxwaza radestkirina rêberê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulen, ji Amerîka bike.

 

Li gorî rojnameya Milliyetê ya Tirkiyê ku xwe dispêre “çavkaniyekî pêbawer”, rayedarên hikûmetê dest bi amadekirina zemîna qanûnî dikin da ku bi fermî daxwaza radestkirina Fethullah Gulen ji Amerîka bikin.

 

Fethullah Gulen, nêzîkî 15 sal in li wîlayeta Pensîlvaniya ya Amerîka dijî û xwediyê karta kesk (green card) e.

 

Çend roj berê jî, nivîskarê nêzîkî hikûmeta AKPê Ebdurehman Dîlîpak, gotibû, Erdogan nerazîbûna xwe ya li hember Gulen ji Obama re gotiye ji ber wê jî eger Fethullah Gulen radestî Tirkiyê bê kirin dê were girtin û derbasî zîndana Îmrali ya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî tê de ye, bibe.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û partiya wî AKPê, Fethullah Gulen bi avakirina “dewletek paralel” di nav dewletê de her wiha encamdana kûdetayê li dijî hikûmetê tohmetbar dikin.

 

Erdogan herî dawî jî Gulen û cemaeta wî bi xiyaneta li dijî dewlet û welat tohmetbar kir û jê xwest vegere Tirkiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst