Erdogan derbarê êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê axivî.
Erdogan got, "Dema em wekî Tirkiyeyê hewl didin ku di van rojên pîroz de li herêma me û cîhana Îslamê aştî û aramî serdest be, em ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên bi provokasyonên (Benjamin) Netanyahu gelekî dilgiran in."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameyeke fitarê ya ku ji aliyê AK Partiyê ve hatibû organîzekirin de axaftinek kir.
"Aramiya gelê Îranê kirin hedef"
Erdogan êrişa ku di saetên sibehê de dest pê kir rexne kir û got:
"Em van êrişên ku bi eşkereyî serweriya Îranê bin pê dikin û aramiya gelê Îranê yê dost û bira dike hedef bi mixabînî pêşwazî dikin.
Demeke dirêj e me ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê û li ser maseya dan û standinan hewleke gelekî cidî da."
"Krîza baweriyê nehat derbaskirin"
Erdogan amaje bi trafîka dîplomasiyê kir ku wî ji bo krîz negihe vê astê bi rê ve biribû û diyar kir ku pirsgirêka baweriyê ya di navbera aliyan de nehatiye çareserkirin.
Erdogan wiha axivî:
"Dema em wekî Tirkiyeyê hewl didin ku aştî û aramî serdest be, em ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên bi provokasyonên Netanyahu gelekî dilgiran in.
Di vê demê de ez bi Birêz Trump û Birêz Pizîşkiyan re axivîm. Welatên din ên li herêma me jî çi ji destê wan hat kir.
Lê belê krîza baweriyê ya di navbera aliyan de nehat derbaskirin.
Ji ber ku xebatên Îsraîlê yên ji bo jehrîkirina pêvajoyê berdewam dikin, encama ku dihat xwestin nehat bidestxistin."
"Pêşî agirbest, paşê maseya dan û standinan"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye dê xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir bike û tekez kir ku xala wan a pêşîn sekinandina xwînê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de got:
"Înşalah em dê vê pêvajoya hestiyar bi serkeftî bi rê ve bibin.
Di heman demê de em dê hewldanên xwe yên dîplomatîk lez bikin da ku pêşî agirbest pêk were û paşê em vegerin ser maseya dan û standinan.
Wekî dewlet û milet em dê li cem hemû gelên bira yên herêmê cih bigirin."