Eger hilbijartin li hinek deveran betal bibe dê kengî dubare bibe?
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ragihand, eger hilbijartin li hinek deveran betal bibe dê 2yê Hezîrana 2024an were dubarekirin.
Biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ku îro di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.
Li gorî vê biryarê, eger hilbijartin li hinek cihan bê betalkirin dê 2yê Hezîrana 2024an roja yekşemê tenê li wan deveran bê dubarekirin.
Biryarê amaje pê kir, ji ber ew hilbijartin dibe berdewamiya hilbijartina 31ê Adarê dê tenê dengdan were dubarekirin.