Tuncer Bakirhan: Li Îmraliyê ji bo Ocalan avahiyek hatiye çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştrast kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan avahiyeke nû hatiye avakirin.
Tuncer Bakirhan destnîşan kir û got, ”Divê nav û statuya wê were zelalkirin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelana a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, şeva borî beşdarî bernameyeke televîzyonî bû.
Bakirhan li ser pêvajoya çareseriyê û rewşa Girava Îmraliyê axivî.
Bakirhan li ser îdiayên ku dibêjin ji bo Abdullah Ocalan li Îmraliyê "xanî yan avahiyek" hatiye çêkirin ev agahî dan:
"Bi rastî avahiyek heye lê navê wê çi ye? Statuya wê çi ye?
Dema em derbasî wê derê bibin em dê çi bibêjin û em dê wê derê çawa pênase bikin?
Divê ev mesele êdî were zelalkirin. Ez pêşbînî dikim ku di demeke nêzîk de di vê mijarê de bipêşveçûn çêbibin."
"Meseleyeke ew qas mezin di 12 metre çargorşeyî de nayê bi rê ve birin"
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo bipêşketina pêvajoyê divê mercên Ocalan bên guhertin û got:
"Meseleyeke ew qas mezin û girîng di şaneyeke 12 metre çargorşeyî de nayê birêvebirin.
Divê cih, statu û derfetên ragihandinê yên guncav ji bo vê meseleyê bên avakirin.
Pêwîst e parêzer û şandeya me hêsantir ikaribin biçin û werin ku Birêz Ocalan karibe bi hevalên xwe yên li girtîgeh, sirgun û qadan re pêwendiyê deyne."
Bakirhan her wiha tekez kir ku ji bo sererastkirina mercên pêwendiyê yên Ocalan pêwîstî bi derxistina yasayên nû nîne.
Li gorî Bakirhan hikûmet dikare bi biryarên îdarî vê astengiyê rake.
"Civînê 5 demjimêran ajot"
Hevserokê DEM Partiyê li ser serdana dawî ya şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê jî çend hûrgilî parve kirin.
Bakirhan diyar kir ku civîn bi beşdariya şandeya dewletê û Abdullah Ocalan 5 demjimêran ajotiye û li pey çû:
"Me fêm kir ku her du alî jî ji bo domandina pêvajoyê xwedî îrade ne. Hevdîtineke erênî bû.
Di nava rojekê yan duyan de şandeya me dê notên xwe kom bike û encamên vê civînê bi raya giştî re parve bike.
Pêvajoya ku em jê re dibêjin 'qonaxa duyem', bi gavan avêtina desthilatê ve girêdayî ye."
Tuncer Bakirhan rexne li sistiya pêvajoyê û derengketina gavên yasayî jî girtin.
Bakirhan di dawiyê de got, "Pirsgirêka Kurdan ne mijareke wisa ye ku mirov li benda konjonkturê bisekine, ev meseleyeke bilez e."