Hakan Fîdan: Saziyên navneteweyî êdî nikarin şeran kontrol bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan di axaftina xwe ya li Lûtkeya Ragihandina Stratejîk a Navneteweyî (Stratcom Summit) de destnîşan kir ku pergala cîhanî di nav krîzeke kûr de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku cîhan ne tenê di demeke bêîstiqrariyê re derbas dibe.

Hakan Fîdan got, "Em rûbirûyî şikestineke pergalî bûne. Ev encama wê ye ku pergala navneteweyî pisûleya xwe ya exlaqî û kapasîteya xwe ya hilberîna meşrûiyetê ji dest daye."

Fîdan anî ziman ku êdî saziyên navneteweyî nikarin şer û pevçûnan kontrol bikin û avahiya birêvebirina cîhanî ya niha wekî “bêfonksiyon, felc û nedomdar” pênase kir.

Fîdan da zanîn ku Tirkiye demeke dirêj e balê dikişîne ser vê têkçûna binesaziyê û destnîşan kir ku bangên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo reformkirina pergala navneteweyî "ne dirûşmên siyasî ne, teşxîs in."

Fîdan got, "Gelek welatan heta ku krîz negihîşt ber deriyê wan, guh neda van hişyariyan."

Li ser pergala cîhanî ya nû pirsên krîtîk

Fîdan di axaftina xwe de qala pergala cîhanî ya nû ya piralî jî kir û pirsên bingehîn ên serdema pêşiya me bi vî rengî rêz kirin:

  • Dê navendên nû yên hêzê li kû derkevin holê?
  • Dê kî qaîdeyên teknolojiyê diyar bike?
  • Dê rêyên enerjî û bazirganiyê çawa werin parastin?

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku dê ev pirs sedsala bê ava bikin.

"Îsraîl herêmê dikişîne nav şer"

Fîdan qala pêşhatên li Rojhilata Navîn jî kir û diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Îranê herêm aniye ber devê şerekî berfirehtir û got:

"Dibe ku ev şerek be ku Îsraîlê tercîh kiriye lê hemû cîhan bedela wê dide."

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku dirêjbûna şer, rîskên jeopolîtîk û aborî zêdetir dike û her wiha îdia kir ku şer ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatiye plankirin.

Ji Tirkiyeyê banga dîplomasiyê

Fîdan da zanîn ku Tirkiye ji bo çareseriya dîplomatîk roleke çalak dilîze û eşkere kir ku wan bi Erebistana Siûdî, Qeter û Îmarata Erebî re hevdîtin kirine.

Fîdan anî ziman ku wan bi welatên herêmê re banga bidawîhatina bilez a şer, rêlibergirtina belavbûna herêmî û vegera li dîplomasiyê kiriye û da zanîn:

"Beriya ku wêraniyeke zêdetir çêbibe divê ev şerê bêwate bi dawî bibe."

Wî destnîşan kir ku divê pêvajoya dan û standinan bi lez dest pê bike.

"Manîpulasyona vegotinê ya li Xezeyê têk çû"

Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser şerê zanyariyan a cîhanî jî û diyar kir ku bûyerên li Xezeyê demeke dirêj bi "vegotinên manîpulekirî" hatine pêşkêşkirin û anî ziman:

"Îro êdî raya giştî ya cîhanê ji vê propagandayê bawer nake."

Fîdan destnîşan kir ku li ser pirsgirêka Filistînê wîjdana cîhanî çêbûye û got ku ev pêl nayê tepeserkirin.

Fîdan qala lêgerîna li pergala nû jî kir û li dijî asayîkirina şer a li herêmê derket û got:

"Divê em wê têgihiştinê red bikin ku dibêje tundî neçarî ye."

Wî da zanîn ku çareserî di hevkariya navxwe ya herêmê û vîzyona hevpar de ye.

"Divê welatên herêmê bi hev re tevbigerin"

Fîdan diyar kir ku pêşhatên dawî hevgirtina herêmî zêde kiriye lê sistbûna pergalên ewlehiyê yên niha jî derxistiye holê û da zanîn:

"Eger aştî çêbibe em dê hemû qezenc bikin, eger şer çêbibe em dê hemû wenda bikin."

Fîdan destnîşan kir ku êdî nabe herêm ji destêwerdanên derve re vekirî be.