Enqere (Rûdaw) – Serokomarê Almanya Joachim Gauk, di serdana xwe ya Tirkiyê de bi tundî Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan rexne kir.
Serokomarê Almanya Joahim Gauk, îro zanîngeha Teknîkê ya Enqerê axaftinek kir û got, li Tirkiyê sîstema hiqûqî û demokratîk di metirsiyê de ye ji ber ku di sedsala 21an de girtina malperên mîna Twîtter û Youtube qet li Tirkiyê nayê.
Serokomarê Almanya her wiha anî ziman ku ew ti wateyê nade helwesta tund a hikûmeta Erdogan li hember çalakiyên Parka Gezî ya Stenbolê, di demekî de ku gellek kes piştevaniya hikûmeta wî dikin.
Joahim Guak, derbarê çareserkirina pirsa kurd de jî ragihand, Tirkiyê gavên girîng di vî warî de havêtiye lê hikûmeta tirk bo ku zêdetir serkeftî be divê rê bide azadiya raman û ragihandinê.
Gauk, serdana kampa penaberên Sûriyê jî kir û kêfxweşiya ji wergirtina penaberên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman.
Serokomarê Almanya dê sibê derbasî Stenbolê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse