STENBOL - Barzanî beşdarî Lûtkeya Konseya Atlantîkê bû

28-04-2017
RÛDAW
Nîşan 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk ango Atlantîk Council, birêve diçe. Pilebilindên ji çar aliyê cîhanê beşdarî lûtkeyê dibin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyemîn roja lûtkeyê de amade bû.

 

Evlehî, aborî, qeyrana penaberan û çavkaniyên enerjiyê mijara lûtkeyêne û bi taybetî jî gaz û çavkaniyên enerjiyê sereketirîn cihî digirin di lûtkeyê de. Gaz û enerjiya Herêma Kurdistanê jî dibe cihê nîqaşên balkêş. Li gorî pisporan, çavkaniyên enerjiyê ewê bihêlin ku di demên pêş de guhertinên mezin ê jeopolitîk jî encam bidin.

 

 

 

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp di Lûtkeya Konseya Atlantîkê ya Stenbolê de li ser rojevê axivî û got; “Di pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê de berê bi saya helwestên hevbeş me bi hev re dît ka çawa serkeftin û bandorên stratejîk çêbûne. Pêwendiyên bi rêvebiriya Trump re ji Kanûna Paşîn a 2017an vir ve dewam dikin. Ez hêvî dikim ligel birêz Trump ji bo têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê rûpeleke nû vebe."

 

Li ser êrişên Çiyayê Şengal û Qereçoxê jî Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî:

 

"Tiştekî pir asayî ye ku Tirkiye wan heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî bi kar bîne. Em dewleteke hiqûqî ne, mafê me çi be em wan bi kar tînin û emê bi kar jî bînin. Heta tehdîd dewam bikin emê bi her awayî tedbîran hildin. Emê bi tu awayî nehêlin ku li ser sînorê me yê başur korîdoreke terorî bê avakirin. Li bakurê Sûriyeyê hin cahil hene ku hewla avakirina dewletê didin.”

 

 

 

 

Erdogan diyar kir, ku PKK û YPG hewl didin li bakurê Sûriyê guherînên demografîk û nijadî bikin û got; “Em PYD û YPGyê nas dikin. Em wan baş nas dikin û em dizanin li vê herêmê kî çi kes e. Divê ev ji me were pirsîn. Divê dostên me ji me hîn bibin. Ji ber vê jî li ser agahiyên xelet ji bo pêşerojê gavên xelet tên avêtin û herêm di nav xirabbûnê da ye. Medeniyet xirab dibin û însan mehkûmî mirinê dibin."

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst