Qedexekirina peyva ‘Jiyan’ rastî nerazîbûnê hat
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî derket holê, peyva “Jiyan” li ser pergala Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehiya Tirkiyê (EBA) hate qedexekirin, bikarhênerên medyaya civakî nerazîbûna xwe nîşan da. Herwiha Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun jî ev mijar bir rojeva parlamentoya Tirkiyê û pirsî çima navê Jiyan qedexe ye?
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteyekî dema xwest, bi sistema oanline ya Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehiya Tirkiyê-EBAyê, ji şagirta xwe ya bi navê Jiyan re, dersên li malê li ser bixebite bişîne, sistem wî asteng dike û hişyariyiyê jê re dişîne.
Di hişyariya Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehiya Tirkiyê-EBAyê wiha te gotin: “Di nivîsa we de peywen neguncan an qedexe hene, lewma hûn nikarin tekstê bişînin.
Mamoste piştî ku zanî peywa weke qedexe ya hatiye destnîşakirin peyva “Jiyan”e navê şagirta xwe weke “J..yan” nivîsî dubarê dersên li malê li ser bixebite şand û vê care gihîşt şagirta wî.
Ev yek rastî nerazîbûna bikarhêrên medyaya civakî jî hat û di heyameke kurt de hashtaga #KurtçeyaSaygi (ji bo Kurdî rêz) bû rojev.
Hinek bikarhênerên twîtterê bi vî awayî nerazîbûn xwe anî ziman:
Zimanê Kurdî hebûna Kurda ye, rûmetê Kurda ye. Lê xwedî derkevin.
Zimanê me zimanek qedîm û dîrokî ye û xwedanê şaristanîyek mezin e.
"Jiyan" bi kurdî xweş e.
Zimanê me zimanek qedîm û dîrokî ye û xwedanê şaristanîyek mezin e.
Ez kurd hatim dinyayê, min xwe bi kurdî naskir, ez bi kurdî jiyam, min bi kurdî xeber dida, gohên min bi kurdî dibihîstin, mêjiyê min bi kurdî difikirî! Ez hebûm, ez heme û ez ê hebim.
Ku tu zimanê min nas nekî tu min jî nas nakî!!! Lê ez heme, ez bi zimanê xwe heme!!! Zimanê Kurdî, hebûna min e !!!
Ji aliyş din ve Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun qedexekirina navê “Jiyan” a li ser EBAyê bir rojeva Parlamentoya Tirkiyê
Remziye Tosun bi mebesta bersivdanê pêşniyazpirsekê pêşkêşî Cîgirê Serokomarê Tirkiyê, Fuat Oktay kir.
Tosun di pêşniyazpirsê xwe de dibêje: “Çima navê Jiyan qedexe ye? Derbarê qedexeya navan de ti giştîname heye gelo?”