Li Samsunê hez li erdê ket, bav û du keçên wî mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Canîkê ya bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê, bav û du keçên wî di bin axa hezazê de man û mirin.
Hat ragihandin ku şeva borî demjimêr 23:00yan li ser rêya Samsun û Orduyê hez li erdê ketiye û lat û kevir ji çiyê gindirîne xwarê û bi ser cihê şûştina otomobîlan de hatine.
Li ser agahdarkirinê AFAD, tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Ji malbata 4 kesî ya ku di bin axê de mabû, dayîka 31 salî Çîgdem Kaya bi birîndarî hatiye rizgarkirin.
Tîman di bin ax û latan de bav Adem Kaya (35) û zarokên wî Ayla Kaya (7) û Açelya Lîna Kaya (5) jî dîtin lê hat tesbîtkirin ku ew mirine.
Hat zanîn ku lingên Çîgdemê şikestine û ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsunê hatiye emeliyatkirin.
Parêzgarê Samsunê Orhan Tavli ragihand ku kesî din di bin axê de nemaye.