Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa tenduristiyê ya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder xerabtir bûye.
Bijîşkên Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li ser rewşa wî ya dawî daxuyanî da.
Rewşa tenduristiyê ya siyasetmedarê navdar Sirri Sureyya Onder ku li beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneyê tê dermankirin xerabtir bûye.
Li gorî daxuyaniya bijîşkên wî, tevî ku di bin tedawiya piştgirî ya ECMO (amûra piştgiriya dilî) û înotropîk de stabilîteya hemodinamîk diparêze lê rewşa wî ya norolojîk hêdî hêdî xerabtir bûye.
Bijîşkan ragihand ku nexweş gihiştiye "xaleke din a veguherînê" û refleksên wî kêm bûne û werimîna mejî berdewam dike.
Bijîşkan her wiha diyar kir ku metirsiya li ser jiyana wî zêde dibe û wan got ku ew dê bi sebirê tedawiyên xwe bidomînin û li benda encamê bin.
Sirri Sureyya Onder 13 roj in tê dermankirin.
Çi bûbû?
Sirrî Sureyya Onder 15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê aortê krîza dil kir.
13 roj di ser emeliyata Sirri Sureyya Onder re derbas bûn.
Tedaviya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse