Erdogan: Li welatê me 4 milyon û 33 hezar koçber hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara koçberên li Tirkiyeyê gihiştiye 4 milyon û 33 hezar kesan.

Erdogan her wiha da zanîn ku ji 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an û heta niha 200 hezar kes vegeriyane Sûriyeyê, bi giştî jî 931 hezar û 450 koçber vegeriyane.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Stenbolê helwesta welatên Rojavayî ya li ser krîza penaberan rexne kir û got, ew di mijara lixwegirtina berpirsyariyê de kêm dimînin.

Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di birêvebirina koçberiyê de û ragihand ku li seranserê welêt bi giştî 4 milyon û 33 hezar koçber hene û demên dawî vegera bi dilxwazî ya ber bi Sûriyeyê ve zêdetir bûye.

Erdogan da zanîn ku ji 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an û vir ve hejmara kesên ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê gihiştiye 200 hezaran û bi giştî jî 931 hezar û 450 koçber vegeriyane.

Erdogan tekezî li ser wê yekê kir ku Tirkiye çaverê dike ku barê krîza koçberiyê bi awayekî dadmend were parvekirin û got, welatê wî dê helwêsta xwe ya mirovî û wijdanî bidomîne.

“Rê li ber koçberên qaçax tê girtin”

Erdogan herwiha got, "Li welatê me ne wekî mixaleft, bi taybetî jî hinek aliyên nijadperest ên dijminê mirovahiyê îdia dikin, hejmareke wiha ya penaberan qet nebûye û nîne.

Li Tirkiyeyê 2 milyon û 768 hezar kes di bin parastina demkî de bi giştî 4 milyon û 33 hezar koçber hene.

Em tekoşîna li dijî koçberiya neyasayî û qaçaxçiyên koçberan jî îhmal nakin.

Van 2 salên dawî rê li ber 270 hezar koçberên qaçax hatiye girtin ku nekevin nav sînorên me.

Li gel gelek zehmetî, astengî û sabotajan, Sûriye hêdî hêdî tê ser xwe.

Dema Sûriye xwe bê ser xwe, hejmara vegerê dê zêdetir bibe.”