Li Enqereyê polîsan rê li ber xwenîşandana karkeran girt

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kompanyaya Doruk Madencilikê ya Holdînga Yildizlarê  ji bo wergirtina mûçe û mafên xwe, hefteya borî ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve bi rê ketibûn.

Ew karker 16 roj in di çalakiyê de ne û 8 roj in jî di greva birçîbûnê de ne.

Karkeran roja duşemê xwest ji Parka Kurtuluşê ya Enqereyê ber bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve bimeşin lê polîsan rê li ber wan girt.

"Xwediyê kar tenê beşeke kêm a heqê me dide"

Karkerekî madenê yê ku beşdarî çalakiyê bûye daxwazên xwe anîn zimên û got:

"Em mafên xwe yên darayî, tezmînatên xwe û mafên xwe yên sendîkayî dixwazin.

5-6 meh in mûçeyê me nedane û deyndarê me ne. Xwediyê kar tenê beşeke gelekî kêm a heqê me dide me."

Polîsan bi gaza rondikrêj êriş kir

Polîsan li Parka Kurtuluşê karker dorpêç kirin lê karkeran barîkata polîsan derbas kir û dest bi meşê kir.

Li ser vê yekê polîsan gaza rondikrêj bi kar anî û karker neçar man vekişin Parka Kurtuluşê.

"Têkoşîna me têkoşîneke çînî ye"

Serokê Sendîkaya Serbixwe ya Karkerên Madenê Gokay Çakir jî li ser armanca çalakiya xwe wiha axivî:

"Em li bendê ne. Em dixwazin pirsgirêk bê çareserkirin. Em ji bo vê têdikoşin.

Têkoşîna me, di vê wateyê de, têkoşîneke çînî ye. Ti pirsgirêkên me yên şexsî bi kesekî re nînin."

"Mafekî destûrî tê astengkirin"

Sekretera Giştî ya Baroya Enqereyê Elçîn Ozge Şîmşek Çaglayanê jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got:

"Wekî ku min got, em careke din dibin şahid ku mafekî destûrî ji aliyê rayedarên îdarî ve tê astengkirin. Divê ev yek yekser bê rawestandin."

Serokê Sendîkaya Serbixwe ya Karkerên Madenê Gokay Çakir û Pisporê Rêxistinkirinê Başaran Aksu di dema alozî û midaxeleya polîsan de hatin desteserkirin.