Hatimogullariyê ji bo pêvajoyê bangî desthilatê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê ji bo pêvajoya çareseriyê bangî desthilatê kir û xwest ku demildest gav bên avêtin.
Tulay Hatimogullariyê îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Mijara sereke ya di rojeva Hatimogullariyê de pêvajoya çareseriyê û rûdanên dawî bûn.
"PKKyê gaveke dîrokî avêt"
Hatimogullariyê ragihand ku biryara PKKyê gelekî girîng e û got:
“PKKyê ji cîhanê re ragihand ku çek danîne û wekî rêxistin xwe fesh kiriye.
Bi pêkanîna vê yekê gaveke dîrokî avêt. Ev yek di dîroka komarê de ji rûdanên herî girîng e.”
"Desthilat bi tirs tevdigere"
Hatimogullariyê bangî desthilatê kir ku pêvajoyê dereng nexe û ji bo aştiyê gavan biavêje.
Hevseroka DEM Partiyê axaftina xwe wiha domand:
“Di demekê de ku li pêşiya me tabloyeke ew qasî ronî heye, em nêzîkî aştiyê bûne û em li ser aştî û demokrasiyê diaxivin, desthilat li şûna ku bi bez ber bi qonaxa aştiyê ve biçe, çi dike?
Desthilat bi giranî, bi tirs û bi helwesteke mijûlkirinê tevdigere."
Hişyariya provokasyonan
Tulay Hatimogullariyê da zanîn ku derengxistina pêvajoyê dê rê li ber pirsgirêkan veke û pê de çû:
"Em careke din dibêjin, di pêvajoya aştiyê de her dema ku desthilat gavan navêje, rê dide wan kesên ku li dijî pêvajoyê ne da ku bi hîle û sextekariyan provokasyonan bikin.”