Davûtoglu mewlûda kurdî guhdar kir

 

 

Mêrdîn (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu li bajarê Mêrdînê mewlûda kurdî guhdar kir.

 

Davûtoglu duh êvarê li bajarê Mêrdînê tevlî merasima xwendina mewlûdê ya ku ji aliyê Wezareta Kulturê ve hatibû lidarxistin, bû.

 

Di bernaemyê de mewlûd bi kurdî û tirkî û erebî hat xwenidn û mewlûdxwanan beytên kurdî gotin.

 

Davûtoglu piştî mewlûdê diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku mewlûd bi kurdî û tirkî tê xwendin û got, eger tiştên ku tên gotin baş û bedew bin wê çaxê ziman jî bedew in îja çi bi erebî, çi bi kurdî yan jî tirkî be lê eger tiştên ku tên gotin ne baş û kirêt bin wê çaxê ziman jî kirêt in.

 

Serokê Giştî yê AKPê Davûtoglu dê îro jî li bajarên Sêrt, Meletiye û Dêrsimê tevlî mîtîngên partiya xwe bibe.