Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê; Dengdan bi dawî bû

28-05-2023

18:00

Serokê YSKê Yener: Pêvajoya dengdanê bê pirsgirêk qediya

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener diyar kir ku hilbijartinên serokomariyê bê pirsgirêk bi dawî bûye.

Ahmet Yener di daxuyaniya xwe ya li Navenda Giştî ya YSKê de got, “Heta niha ti rewşeke neyînî ya ku di Desteya me de derketiye holê û bandorê li pêvajoyên dengdanê bike, derneketiye. Di pêvajoyê de nerazîbûnên li saziya me hatin nirxandin û ji desteyên hilbijartinê yên parêzgeh û navçeyên eleqedar re hatin şandin.”

Yener herwiha spasiya dengderan û welatiyên Tirkiyê yên ku beşdarî hilbijartinan bûn kir.


Zêdetir bixwîne

17:53

Erdogan bang li rayedaran kir: Li sindoqan xwedî derkevin

Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan di dema dengdanê de.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo Serokkomariya Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê yê niha Recep Tayyip Erdogan bang li rayedarên sindoqan kir ku hemû sindoqan biparêzin heta encam bi dawî bibin.

Erdogan di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê got, ew  spasiya hemû heval û hevkarên xwe dike “yên ku ji saetên serê sibê ve bi fedakarî li ser sindoqan dixebitin.”

Erdogan herwiha got: “Ez hemû birayên xwe vedixwînim ku heta encam bên eşkerekirin li sindoqan xwedî derkevin. Êdî dema wê ye ku em heta kêliya dawî vîna miletê xwe li ser serê xwe biparêzin.”


 

 

Zêdetir bixwîne

17:00

Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê; Pêvajoya dengdanê bi dawî bû

Piştî girtina deriyên sinodan, hejmartina dengan destpê kir

Dengdana ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê îro di serê saet 17:00an de bi dawî bû û deriyên sindoqan hatin girtin.

Piştî bidawîbûna dengdanê û girtina deriyên navendên dengdanê, hema yekser pêvajoya cudakirin û hejmartina dengan destpê kir.

Di gera duyem a hilbijartinê de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 973 navçe û hezar û 94 desteyên hilbijartinên navçeyê zêdeyî 191 hezar sindoq hatin danîn û li navxweyê Tirkiyê zêdeyî 60 milyon dengder mafê wan ê dengdanê hebû.

Her di gera dûyem de, 49 hezar û 958 kesên din bo yekem car mafê wan ê dengdanê hebû. Li girtîgehan jî 53 hezar û 172 hezar kesan dikarî deng bidin.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû.

Ti berbijêrekî ji sedî 50+1ê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de mabû gera duyem.

Di gera duyem de, her berbijêrek bikare piraniya dengan misoger bike, dê wek serokkomarê nû yê Tirkiyê bê hilbijartin.

 

Zêdetir bixwîne

15:43

Îmamoglu: Gelek tiştên ku em hev helal bikin hene

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê li navçeya Beylikduzuyê ya Stenbolê dengê xwe da.

Ekrem Îmamoglu bi hevjîna xwe Dîlek Îmamoglu û kurê xwe selîm re dengên xwe dan.

Îmamoglu li baxîeyê dibistanê daxuyaniyek da çapeniyê û got “Beriya her tiştî em hevî dikin ku îro bi navê demokrasiya dewleta me Komara Tirkiyeyê bê pirsgirêk derbas bibe. Têkoşîna me ya demokrasiyê weke gelên Komara Tirkiyeyê û beriya niha nêzî 200 salî ye. 200 sal in li van xakan gel ji bo maf û azadiya xwe ya takekesî têdikoşe.”

Îmamoglu spasiya nûner û berpirsên her partiyeke siyasî yên ku li ser sindoqan bûne kir û got “Mesele  ew e ku her dengek ku hatî avêtin bigihîje navnîşana xwe ya rast. Astengiyê ji bo dengekî jî dernexistin, ji ber ku deng ji bo gelê me namûsek e.”

Îmamoglu, anî ziman ku hem gera yekem û hem jî ya duyemîn a hilbijartinê bi awayê ku dixwestin derbas nebûye û got “Di berdêla vî zimanî de, em bi rastî hêvî dikin ku mirov di vê pêvajoyê de bikaribin hev helal bikin. Me ne dixwest yek ji van biqewimin. Carinan kesên dibêjin 'Em çi bikin, ev li ser rûyê hilbijartinê tên kirin' hene. Welle ew di dilê min de dişewite.”

Îmamoglu, anî ziman ku divê rêz li dengê her kesî bê girtin û dibêje “Di vê çarçoveyê de xwezî weke siyasetmedar li dijî daxwazên wê civakê ziman bihatana bikaranîn, mirov bi derew û îftîrayan nexape. Gelek tiştên ku em helal bikin hene. Ji sibe ve ev dê bên axavtin. Ez pêşiya wê bernadim.”

Îmamoglu destnîşan kir ku bîranînên hilbijartinê bi qîmet in û diyar kir “Bê guman, em ê rêzê li (hilbijartinan) bikin eger bi dadperwerî bi dawî bibe.  Di her rewşê de, kêliyên bi vî rengî yên demokrasiyê divê ne wekî fînal an jî dawî were hesibandin.”

Îmamoglû destnîşan kir ku îro ji bo Tirkiye û gelan encamek çawa dibe bila bibe wê bibe destpêkek xurt û got “Bila miletê me heqê xwe helal bike. ji aliyê me ve bila helal be. “

Zêdetir bixwîne

15:03

Babacan: Ev hilbijartin ji bo demokrasiya Tirkiyê gelek giring e

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan derbarê gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê de got “Ev hilbijartin ji bo demokrasiya Tirkiyê xaleke gelekî giring e û ez hêvî dikim gera duyem jî bi awayekî şefaf û dadmend birêve biçe ji bo îşev welatî encameke dilxweşker bidest bixin.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û hevjîna xwe Ulku Zeynep Babacan li Enqerê dengên xwe dan.

Piştî dengdanê Babacan daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha axivî:

"Ez hêvîdar im gera duyem a hilbijartina serokomariya Tirkiyê bibe xêr bo welatê me. Gelê Tirkiyê aşiqê demokrasiyê ye û pê geş dibin û ji dema ku hilbijartin li Tirkiyê hatine kirin, her tim rêjeya beşdarbûnê li gor hilbijartinên Ewropa di asteke gelekî bilind de bûye, ev jî cihê dilxweşiyê ye. Li vir ez daxwazê ji welatiyan dikin bi heman coş û kelecanê beşdar bibin û deng bidin daku siberoja Tirkiyê binexşînin. Ez hêvîdar im ev hilbijartin bi aramî û bê pirsgirêk birêve biçe û bi heman awayê hilbijartina roja 14 Gulanê be. Ev ji bo demokrasiya Tirkiyê xaleke gelekî giring e û ez hêvî dikim gera duyem jî bi awayekî şefaf û dadmend birêve biçe ji bo îşev welatî encameke dilxweşker bidest bixin. Ez spasiya karmendên Desteya Bilind a Hilbijartinan û çavdêrên sindoqan yek bi yek dikim, bi rastî erkê wan zehemt e û xwediyê dengê wleatiyan yek bi yek in.

Ez recayê ji hemû çavdêran dikin gelekî bi hûrî karê xwe bikin û heta jimartina dengdan û piştrastbûn ji temamê dengdan, komkirin û veguhestina wan bo Desteya Bilind a Hilbijartinan xwedî li dengan derkevin û dest ji erkê xwe bernedin. Ez ji dilsoziya we piştrast im û baweriya min bi wê yekê heye û li benda pisûleya imzekirî ya encamên sindoqan bin ji ber ev belgename weke tapoyekê ye ku nêzîka 200 sindoq hene ku li benda nêzîka 200 hezar tapoyan dikin ku ew jî emanetê we ye. Her çiqasî îtiraz jî hebe lê di dawî de hemû alî divê imzeyê li ser wê kaxezê bikin. Ez hêvîdar im bibe cihê xêrê û geşeyeke zêdetir a demokrasiyê ji bo welatê me".

Zêdetir bixwîne

15:01

Jineke 71 salî li ser sedyeyê dengê xwe da

Jineke 71 salî li ser sedyeyê dengê xwe da

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiya bi navê Gulsim Ozbîçen a 71 salî bi ambulansê hate binkeya dengdanê û li ser sedyeyê dengê xwe da.

Welatiyên li Geverê ji danê sibehê ve dest bi çûyîna binkeyên dengdanê kirine ku dê 13emîn serokomarê Tirkiyê hilbijêrin.

Welatiyên ji bo dengê xwe bidin çûne dibistanan bi kaxezên xwe yên dengdayînê ketine dorê. Kesên xwedan pêdiviyên taybet û yên bi temen ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo dibistanan hatin birin.

Gulsim Ozbîçen a 71 salî ya bi alîkariya tîmên tenduristiyê li Lîseya Anadoluyê ya Şemsettîn Onay, di sindoqa 1124an de dengê xwe da.

Ozbîçen a ku piştî dengê xwe da li ambûlansê hat kirin û got, “Xwedê vê bike ya bi xêr. Ez 71 salî me, nexweşiyên astimê, bronşîtê, tansiyonê, dil bi min re hene.”

Zêdetir bixwîne

14:28

Meral Akşener: Em di qonaxa duyemîn a hilbijartineke pir girîng de ne

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di hilbijartina gera duyem a serokkomariyê de li Stenbolê deng da û got “Ji bo pêşeroja ciwananme di qonaxa hilbijartineke pir girîng de dengê xwe dan.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi hevjînê xwe Tuncer Akşener re li Lîseya Anadoluyê ya Hacî Sabancî ya li Beylerbeyî ya Uskudarê dengê xwe dan.

Akşener piştî ku dengê xwe da li baxçeyê dibistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

"Me dengê xwe dan, Em di qonaxa duyemîn a hilbijartineke pir girîng de ne. Ji bo me hemûyan pir girig e. bi taybetî ji bo pêşeroja ciwanan me di qonaxa hilbijartineke pir girîng de dengê xwe dan Ez hêvîdar im bibe cihê xêrê bo gel û niştiman. Bi saya Xwedê kesê ku em dixwazin dê biser bikeve û hêviya rojeke xweş bo we dixwazim."

Herwiha Akşener da zanîn ku ew dê biçe Enqereyê û li navenda partiya xwe encamên hilbijartinê bişopînin.

Zêdetir bixwîne

13:56

Kiliçdaroglu: Ez hemû welatiyên xwe vedixwînim ser sindoqan

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê li Enqerê dengê xwe da û bang li welatiyan kir “Ez hemû welatiyên xwe vedixwînim ser sindoqan.”

Berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya Enqerê dengê xwe da.

Kiliçdaroglu beriya ku deng bide ji rojnamevana re axivî û got “Hûn dê bibînin em dê biserkevin, baweriya min bi îradeya gel heye. Car carna kêmê dertên, dixwazin asteng bikin, lê hevalên me li ser sindoqan e erka xwe bicih tînin.”

Piştre Kemal Kiliçdaroglu bi hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglu, Şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş, Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen re ji bo deng bidin hatin Dibistana Seretayî ya Arjantînê û li wê derê dengên xwe dan.

Kiliçdaroglu daxuyaniyek da rojnamevanan û got:

Ji bo ji zextan rizgar bibin, ji bo desthilatdariyeke otorîter rizgar bibin, ji bp azadî û demokrasiya rasteqîn bê vî welatî ez hemû welatiyên xwe vedixwînim ser sindoqan.

Bila deng bidin, piştî dengên xwe dan jî bila li sindoqan xwedî derkevin. Ji ber ku ev hilbijartin, hilbijartinek e ku di bin mercên zehmet de pê tê.

Hemû cureyên reşkirinê, hemû cureyên îftirayê hatin kirin lê baweriya min bi aqlê selîm ê gel heye û tekez dê demokrasî bê vî welatî, azadî bê, mirov bikaribin di nav aramiyê de li ser cade sûkên vî welatî bigerin û bi awayekî azad bikaribin siyasetmedar jî rexne bikin.

Ez ji dil û can spasiya xwe ji hemû welatiyên ku çûne ser sindoqan dengê xwe dane û  li mafê dengên xwe digerin re dişînim.”

Zêdetir bixwîne

13:06

Serokê HUDA-PARê: Divê her kes encama sindoqan qebûl bike

Wêne: Hesabê Twittiterêyê Yapicioglu

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapiciogluyê ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dengê xwe da.

Yapicioglu, piştî dengê xwe da daxuyaniyek da çapemeniyê û hêvî kir ku hilbijartin ji bo Tirkiyê bi xêr be.

Yapicioglu diyar kir ku ew dixwazin hilbijartin bê qeza bê bela bi dawî bibe û got:

“Di pergala nû de cara yekem gera duyemîn a dengdanê tê kirin. Dê îradeya gelê bi aweyê herî baş û timametî di sindoqan de xuya bibe û înşellah îradeya ku di sindoqan de çawa be weke xwe derkeve rastê. Encam çi dibe bila bibe encama ku ji sindoqan derket divê herkes qebûl bike.

Ez wisa bawer dikim ku miletê me bi aqlê selîm ê mezin, tişta ku ji bo welat û miletê me bi xêr bi binirxîne. Rebê min me bigihîne ya herî bi xêr.”

Zêdetir bixwîne

12:29

Sancar: Tirkiye di aloziyê de ye û bi dengdanê dikare ji aloziyê derkeve

Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dendana li westgeheke denganê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di konferanseke rojnamevanî de bang li xelkê kir ku biçin ser sindoqan û got ku ev hilbijartin dîrokî ne û Tirkiye di aloziyekê re derbas dibe û bi dengdanê dikare ji vê aloziyê derbikeve.

Sancar hilbijartina serokomariyê wekî hilbijartineke dîrokî bi nav kir û got ku li gorî agahiyan rêjeya beşdariyê zêde ye.

Sancar di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de got ku Beşdarbûn zêde ye û dê bi demê re zêdetir bibe. Di vê hilbijartinê de pisûleyek heye ku tenê deng ji bo du kesan e û gelek welatî jî nawestin û xelk dê di van demjimêrên pêş de zêdetir dengên xwe bikar bînin.

Hevserokê HDPê bi rêya Rûdawê bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û wiha got: “Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo paşerojeke geştir bikar bînin.

Sancar her wiha got ku ev hilbijartin dîrokî ne û niha Tirkiyê di aloziyekê re derbas dibe û ji bo derketina ji vê aloziyê dengên xwe bikar bînin û xwedî li dengên xwe derbikevin. Her wiha da zanîn ku hilbijartin ji bo paşerojeke geş e û parastina dengan, dengdan ewqasî girîng e.

Sancar dibêje ku ew dixwazin dewletê ber bi demokrasiyê ve biçe û dê heta dawiyê çavdêriya rewşê bikin û divê xelk jî xwedî li dengên xwe derbikeve.

Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê îro birêve diçin. Di gera yekem a hilbijartinê de Recep Tayyîp Erdogan %49,52, Kemal Kiliçdaroglu %44,88, Sînan Ogan %5,17 û Muharrem Înce %0,43 deng standin. Ji ber ku berbijêran %50+1 dengan bi dest nexistin, hilbijartinên serokomariyê yên di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de derbasî gera duyemîn bû.

Li gorî yasaya hilbijartinan a Tirkiyê divê berbijêrê serokomariyê %50+1 dengan werbigire. Eger yek ji berbijêran negihêje wê rêjeyê, hilbijartin di nava 15 rojan de derbasî gera duyem dibe. Di gera duyem de jî benda %50+1 tê rakirin û rikaberiya di navbera herdu namzetên bihêz ên berbijêr bi dawî dibe û kî ji wan zêdetir dengan bi dest bixe dê bibe serokkomarê Tirkiyê.

Zêdetir bixwîne

12:17

Serokê YSKê: Em difikirin ku ev hilbijartin dê ji ger yekem zûtir bi dawî bibe

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, diyar kir ku ew difikirin ku gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê ji gera yekem zûtir bi dawî bibe.

Serokê YSKê Ahmet Yener ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çukurambara Enqereyê dengê xwe da.

Yener piştî dengdanê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku hem di tûra duyemîn de hem jî di tûra ewil de hem li welêt hem jî li derveyî welêt eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinan hatiye dayîn.

Yener got “Hêvî dikim ku encam ji bo miletê Tirk, demokrasiya Tirk, partiyên siyasî û berbijêrên me yên serokomariyê bi xêr bin. Heta niha hilbijartinên me bê pirsgirêk berdewam dikin. Dîsa hêvî dikim ji bo gelê Tirk bi xêr be.”

Li ser pirsa encamên hilbijartinê wê heta kengê bên eşkerekirin, Yener wiha bersiv da “

Wek tê zanîn hilbijartinên 14ê Gulanê hilbijartinek bû ku berbijêrên me yên serokkomariyê û 24 partiyên siyasî beşdar bûn. Ji ber ku di vê hilbijartinê de tenê namzedên serokomariyê têdikoşin, em wisa difikirin ku wê zûtir bi dawî bibe.”

Herwiha Yener pirsa ku qedexeyên hilbijartinê wê kengî bên rakirin jî bi vî rengî bersivand “Piştî saet 17.00’an biryara Lijneyê ya di encama nirxandinê de wê di kîjan saetê de qedexeya weşanê bê rakirin bê nirxandin. Eger qedexe pêştir rabe û destûr bidin ku kanalên televizyonî û ajansên nûçeyan nûçe derbas bikin, dê bi we re were parve kirin.”

Zêdetir bixwîne

11:34

Çavuşoglu: Dibê nêrînên cuda hebin lê divê em xwedî li demokrasiyê derkevin

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê li navçeya Alanya ya Antalyayê dengê xwe da got “Dibê nêrînên cuda hebin lê divê em xwedî li demokrasiyê derkevin.”

Çavuşoglu û hevjîna wî Hulya Çavuşoglu li Dibistana Seretayî ya Ayşen Cengîz Urfalioglu ya navçeya dengên xwe dan.

Piştî ku Çavuşoglu dengê xwe da, daxuyaniyek da rojnamevana û diyar kir ku bi îrade û biryara gel hilbijartin maye gera duyemîn.

Çavuşoglu anî ziman ku wan ji bo gera duyemîn baş amade kirine û got “Di hilbijartinên ku bi têgihiştinek  demokratîk derbas bûn de, me ders da hemû cîhanê. Yanî miletê tirk evîndarê demokrasiyê ye û ev yek di çarçoveya mîhrîcana demokrasiyê de pêk hat. Hêvîdarim ev gera duyemîn jî di çarçoveya mîhrîcanna demokrasiyê de pêk were.”

Çavuşoglu spasiya welatiyên li dervayê welat dijîn jî kir û dibêje “Bi rastî li wan welatan mîhrîcan demokrasiyê pêk hat. Bi coş, bi muzîkê çûn û dengê xwe dan. Em miletekî wiha ne. Belê, dibe ku em li ser aliyên cuda bin, nêrînên me cuda bin, lê di dawiyê de divê em hemû li demokrasiyê xwedî derkevin. Hêvîdarim hilbijartinên îro ji bo welat û miletê me jî bi xêr be.

Zêdetir bixwîne

11:06

Soylu: Tercîha welatiyan li ser serê me ye

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye ji bo gera duyemîn a hilbijartina serokomariyê diçe ser sindoqan. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî têkildarî pêvajoya hilbijartinê daxuyanî da.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî ku li navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê dengê xwe da der barê pêvajoya hilbijartinê de daxuyanî da.

Çend xalên giring ên ji daxuyaniya Soylu derketine pêş wiha ne:

Nîşanî cîhanê da ku çawa hilbijartinê veguherîne festîvaleke demokratîk. Li ser xêrê be. Tecîha welatiyan li ser serê me ye.

Hemû sindoqên dengdanê veguhestin qada dengdanê, ti pirsgirêkek derneketiye. Ji bo ewlehiya hilbijartinê û sindoqan erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me bi berdewam tên kirin.

Li herêma karesatê dengdana li 1150 sindoqan dest pê kir. Dengdanê danê sibê zû dest pê kir. Cara berê de demek dirêj digirt, vê carê bi awayekî lez berdewam dike. Li gorî agahiyên ku me ji 81 parêzgehan girtine ti pirsgirêk nîne. Ji xeynî hêzên ewlehiyê hilgirtina çekan qedexe ye.

Eger hewceyî bi nasnameyê hebe birêveberiyên me yên nifûsê vekirî ne. Bûyerên hilbijartinê jî li gorî hilbijartinên berê kêmtir bûn. Gelê me wê vê hilbijartinê bi têgihîştineke demokratîk temam bike û Tirkiye wê dest bi gave nû û xweş bike.

Ji xeynî hêzên ewlehiyê hilgirtina çekan qedexe ye. Û dîsa, ez tekez dikim; eger pêwîstî bi nasnameyê hebe, duh û îro îdareyên me yên nifûsê vekirî ne, di nobetê de ne û herwiha peydakirina pêdiviyên welatiyên me yên ji bo dengdanê berpirs e.”

Zêdetir bixwîne

10:04

Li Amedê 1 milyon û 143 hezar û 887 dengder dikarin dengê xwe bidin

Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de 1 milyon û 143 hezar û 887 dengder dê biçin ser sindoqan.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye (YSK) li parêzgeha Amedê îro Yekşemê 28ê Gulanê ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê 3 hezar û 675 sindoq hatine danîn û 1 milyon û 143 hezar û 887 dender dikarin dengên xwe bidin.

Li parêzgehê hejmara dengder û sindoqan herî zêde li navçeya Peyasê ye û li navçeyê dê 270 hezar û 566 dengder  biçin ser 758 sindoqan. Di rêza duyemîn de bi 254 hezar û 385 dengderan û 714 sindoqan navçeya Rezan heye.

Herwiha li parêzgehê navçeya ku herî kêm sindoq lê hatine danîn jî Karaz e ku tenê 38 sindoq hatine danîn. Navçeya herî kêm dengderên wê hene jî bi hejmara 7 hezar û 483 dengderan navçeya Çinguşê ye.

Zêdetir bixwîne

09:40

Bozdag: Bawer im piraniya xelkê me dê beşdarî gera duyem a hilbijartinê bibin

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dengê xwe da û ragihand ku proseya dengdanê li Rihayê di hewayeke aram û demokratîk de birêve diçe.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag îro Yekşemê 28ê Gulanê li navendeke dengdanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê deng da û piştre bi rêya medyayê peyamek belav kir.

Bozdag amaje bi wê yekê da ku li Rihayê û seranserê Tirkiyê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi awayekî aram berdewam dike û hêvîdar e rêz li îradeya derbikeve holê bê girtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekir Bozdag wiha axivî “Li seranserê Tirkiyê bi awayekî demokratîk hilbijartin berdewam dike. Gelek bi nirx e ku xelkê me xwedî li îrade û demokrasiya xwe derdikeve. Hêvîdar im îro jî bi vî awayî xwedî li îrade û demokrasiya xwe derbikeve û xwedî li sindoqan derkeve. Ez bawer im dê beşdarbûna hilbijartinê jî zêde be. Em careke din bang li xelkê xwe dikin ku dengê xwe bidin û li ser siberoj û siyaseta welatê xwe biryarê bidin û vê yekê li ser sindoqan nîşan bidin. Her dengek hêja ye. Rêya demokratîk a diyarkirina desthilatê jî hilbijartin e. Bi hêviya xelkê me bên ser sindoqan û em bi hevre biryara siberoja welatê xwe bidin.”

Zêdetir bixwîne

09:28

Serokên partiyan dê dengên xwe li ku derê bidin?

Serokên partiyan dê dengên xwe li ku derê bidin?

Hewlêr (Rûdaw) - Di gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de cihên ku dê serokên partiyên siyasî lê dengê xwe bidin diyar bûn.

Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku hilbijartinên gera duyemîn tên kirin. Gelê Tirkiyê ji bo hilbijartina serokomarê 13emîn ji saet 08:00an pê ve dengdanê dest pê kir.

Berbijêrên serokomariyê dê dengên xwe li cihê ku di gera ewil de deng dabûn bidin.

Erdogan dê li Stenbolê dengê xwe bide

Serokkomar û Berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan dê li Dibistana Navîn a Saffet Cebî ya navçeya Uskudara Stenbolê dengê xwe bide.

Kiliçdaroglu dê li Enqerê dengê xwe bide

Serokê Giştî yê CHPê û Berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu dê li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya Enqereyê dengê xwe bide.

Mîthat Sancar dê li Enqerê, Pervîn Buldan jî li Wanê dengên xwe bidin

Hevserokên Giştî yê HDPê Mîthat Sancar wê li Dibistana Seretayî ya Ayten-Şaban Dirî ya navîeya Çankaya ya Enqereyê û Pervîn Buldan jî li Wanê dengên xwe bidin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li Dibistana Navîn a Anittepeyê ya Enqere, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li Lîseya Anadoluyê ya Hacı Sabancı ya Beylerbeyî ya na navîeya Uskudara Stenbolê, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Dibistana Seretayî ya Eyupsultan Nejat Sabuncu ya Stenbolê û Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan dê li Dibistana Navîn a T Emlak Bankasî a li Bilkenta Enqereyê dengê xwe bidin.

Zêdetir bixwîne

08:06

Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê; Dengdan bi dawî bû

Dengdayîna ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro Yekşemê ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomar xelk diçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikar tînin. Dengdan demjimêr 08:00 destpê dike û 17:00 bi dawî dibe.

Di gera duyem a hilbijartinê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 973 navçe û hezar û 94 desteyên hilbijartinên navçeyê dê zêdeyî 191 hezar sindoq bên danîn û li navxweyê Tirkiyê zêdeyî 60 milyon dengder bikaribin dengê xwe bidin. Her di gera dûyem de, 49 hezar û 958 kesên din bo yekem car mafê wan ê dengdanê dibe. Li girtîgehan 53 hezar û 172 hezar kes dikarin deng bidin.

Di hilbijartinê de Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu hevrikiyê dikin. Dengdan îro Yekşemê 28ê Gulanê demjimêr 08:00 destpê dike û heta 17:00 berdewam dike.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû. Ti berbijêrekî ji sedî 50 kom yekê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ma gera duyem.

 

Zêdetir bixwîne