YSK: Qedexeya weşanê ya li ser encaman hat rakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener diyar kir, ku qedexeya ragihandina encamên hilbijartinê ya li ser medyayan hatiye rakirin.
Beriya kêliyekê, Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê Ahmet Yener di daxuyaniyekê de ragihand, ji saet 18:15an ve qedexeya weşanê ya li ser medyayan a ji bo ragihandina encamên hilbijartinê bi dawî dibe.
Li gor encamên destpêkê yên nefermî, Recep Tayyip Erdogan li pêş Kemal Kiliçdaroglu ye.
Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû.
Di wê gerê de, Erdogan 27 milyon û 133 hezar û 849 deng, Kiliçdaroglu 24 milyon û 595 hezar û 178 deng û Sînan Ogan jî 2 milyon û 831 hezar û 239 deng bi dest xistibûn.
Ti berbijêrekî ji sedî 50+1ê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de mabû gera duyem.
Di gera duyem de, her berbijêrek bikare piraniya dengan misoger bike, dê wek serokkomarê nû yê Tirkiyê bê hilbijartin.