Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê: Erdogan li pêş e

Hewlêr (Rûdaw) - Ragihandina encamên gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê dest pê kir. Qedexeyên weşanê ji aliyê YSK'ê ve hatin rakirin.

Li gor ajansa fermî ya dewletê Anadoluyê encamên ku di saet 21.23an de hatine ragihandin wiha ne:

Li Tirkiyê sindoqên ku heta niha hatine vekirin: Ji sedî 99,2

Recep Tayyip Erdogan: %52,07

Kemal Kiliçdaroglu: 47,93

Li gorî amarên Ajansa Anadoluyê, rêjeya beşdariya herî kêm a di hilbijartina îro de li Îdir, Agirî û Wanê bûye.

Li Dûzce, Bayburt û Kilîsê jimartina dengan bi dawî bû. Li wan parêzgehan Erdogan ji Kiliçdaroglu zêdetir deng standiye.

Encamên hilbijartinên serokomariyê dê li ser malpera fermî ya YSKê bên eşkerekirin. Piştî bidawîbûna pêvajoyên îtîrazê yên li ser encamên hilbijartinê, YSK dê encamên dawî yên dengdana duyemîn a hilbijartina serokomariyê eşkere bike.

Encamên dawî dê ji aliyê YSKê ve ji Serokatiya Parlamentoyê û Serokkomariyê re bên ragihandin, ji raya giştî re bên eşkerekirin û di Rojnameya Fermî de bên weşandin.

Di gera yekem de encam bi çi awayî bûn?

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû.

Di wê gerê de, Erdogan 27 milyon û 133 hezar û 849 deng, Kiliçdaroglu 24 milyon û 595 hezar û 178 deng û Sînan Ogan jî 2 milyon û 831 hezar û 239 deng bi dest xistibûn.

Ti berbijêrekî ji sedî 50+1ê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de mabû gera duyem.

Di gera duyem de, her berbijêrek bikare piraniya dengan misoger bike, dê wek serokkomarê nû yê Tirkiyê bê hilbijartin.