Li Îzmîrê zarokek bi lêdanê û 3 kes bi çekê hatin birîndarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Çîgliyê ya Îzmîrê zarokek bi lêdanê û 3 kes bi çekê hatin birîndarkirin. Hemû birîndar ji heman malbatê ne û rewşa tevan giran e.
Li gorî agahiyan, li Taxa Înonuyê di nava du koman de nîqaş derket û paşê veguherî pevçûnê.
Hi heman malbatê A.H.U. (72), U.U. (44) û A.U. (41) bi demançeyê hatin birîndarkirin û C.A.U. (13, kurê A.U. ye) jî bi lêdanê hat birîndarkirin.
Piştî ku yên li derdorê xeber da, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê û metirsî li ser jiyana tevan heye.
Gumanbar B.Ş. (48) jî hat desteserkirin.