Hûrgiliyên pakêta înfazê diyar dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Di pakêta înfazê de hûrgiliyên wekî “Gelo dê kî were berdan, gelo girtiyên siyasî dê bên berdan an na?” hêdî hêdî diyar dibin.
Bi pêvajoya çareseriyê ya nû re pakêta înfazê di navbera DEM Partî û AK Partiyê de tê nirxandin.
Li gorî kulîsan, dibe ku Pakêta 10emîn a Dadweriyê ya ku sererastkirinên înfazê dihewîne beriya cejnê bibe yasa.
Ji bo ku sûcên rêxistinî (hewldana derbeyê) ji pakêtê sûdê wernegirin li formulan tê gerîn.
Li gorî nûçeya NTVyê li ser Pakêta 10emîn a Dadweriyê bi rêjeyeke mezin lihevkirinek pêk hatiye.
Tê çaverêkirin ku pakêt vê hefteyê here meclisê û beriya cejnê bibe yasa.
Ji bo madeya li ser Covid-19ê ya ku DEM Partiyê pêşniyar kiriye hîn forma dawî nehatiye dîtin.
Li gorî agahiyan, dilgiranî û îtirazên AK Partiyê hene ku dibe “tawanbarên cemaeta Gulen” jî ji pakêtê sûdê wergirin û AK Partî naxwaze ev yek pêk were.
Pirsa “Gelo dê pakêt sûcên rêxistinî li xwe bigire yan na?” hîn li benda bersivê ye.
Çavkaniyên ku derbarê pêşniyarê nirxandinan dikin, dibêjin “Ji ber ku dê li dijî prensîba wekheviyê ya înfazê û destûrê be di navbera sûcên rêxistinî de cudahiyek nayê kirin.”
Lê dîsa jî ji bo vê cudahiyê hinek pêşniyar hatine rojevê.
Li gorî kulîsan, dibe ku bi danîna bendên wekî "sûcên ku bi bikaranîna hestên dînî tên kirin" an jî "rêxistinên ku hewldana derbeyê dikin" rê li ber berdana endamên ceameta Gulen were girtin.
“Dibe ku made ji binî ji teklîfê were derxistin”
Nûnerên AK Partiyê diyar dikin, eger formuleke ku “ne li dijî destûrê be” neyê dîtin dê fikra ku made ji pakêtê derkeve jî bibe vebijêrkek.
Her wiha biryar hatiye dayîn ku pakêt berdana girtiyên ji ber sûcên li dijî jinan û zarokan, destdirêjî û kuştinê jî li xwe negire.
Tê pêşbînîkirin ku piştî temamkirina xebatê pêşniyar beriya dawiya vê hefteyê here meclisê û beriya cejnê bibe yasa.