Numan Kurtulmuş: Pêvajoyeke nû dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, “Pêvajoyeke nû dest pê kir.”

Numan Kurtulmuş li parlamentoyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê diyar kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye.

Kurtulmuş piştî civînê daxuyaniyek da rojnamegeran û got ku divê hemû partiyên siyasî bi “vîneke hevpar” tevbigerin.

Numan Kurtulmuş diyar kir ku Devlet Bahçelî “sûdeke mezin” dide pêvajoyê û got:

“Piştî ku PKK çekan deyne dê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Li parlamentoyê dê komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî temsîl dike were avakirin û pêvajo were şopandin.

Ev hêvî dikim ku parlamento dê vê pêvajoya dîrokî bi awayê herî baş bibe serî.

Ez hemû partiyên siyasî vedixwînim ku beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku ji bo avakirina komîsyonê jî xebat hatine kirin û komîsyon dê di nava “rojek du rojan” de teşkîl bibe.