Hevdîtina DEM Partî û AK Partiyê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina DEM Partî û Koma AK Partiyê dest pê kir

Heyeta DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê AK Partiyê ziyaret kir.

Di nav heyeta DEM Partiyê de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, Tulay Hatimogullari, Serokwekîlên DEM Partiyê Sezai Temellî û Gulistan Kiliç Koçyigitê cih girtin.

Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik û Wekîla Serokê Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn ve hatin pêşwazîkirin.

DEM Partî piştî biryara danîna çekan û fesixkirina PKKyê serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî yên di Parlamentoyê de didomîne.

Di çarçoveya vê gerê de Heyeta DEM Partiyê, Partiya DEVAyê, Partiya Saadeyê, CHPyê, Partiya Paşerojê, Partiya Yeniden Refahê û MHPyê ziyaret kirin.