Li Çanakkaleyê di belemekê de 48 koçber hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê di belemekê de 48 koçber û 4 qaçaxcî hatin girtin.
Li gorî zanyariyan, şevê din Tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan hatine agahdarkirin ku belemeke koçberan li sînorê navçeya Ecebat a Çanakkaleyê hewil dide bi qaçaxî xwe bigihîne Îtalyayê. Li ser vê agahiyê, hêzên ewlekariya peravan dest bi operasyonekê kirine.
Di operasyonê de 48 koçberên xelkê Efxanistan, Sûriye, Pakistan û Iraqê di nava deryayê de hatine girtin.
Herwiha 4 kesên din jî ku di heman belemê de bûn, bi tohmeta qaçaxiya bi koçberan hatine girtin.
Ew koçber niha li Navenda Vegerandina Biyaniyan a Ayvacikê têne ragirtin û wê wan vegerînin welatê wan.
Di van salên dawiyê de, Tirkiyê bûye welatekî sereke ê derbasbûna koçberan. Li gorî amarên Serokayetiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyê, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî 4 milyon û 990 hezar û 663 koçber hene ku derdora 3.6 milyon ji wan koçberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê ne. Lê opozîsyona Tirkiyê dibêje, hejmara koçberên li wî welatî derdora 10 heta 13 milyonan e.