Li Mêrsînê bûyera trafîkê: Dê, bav û kur mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro 28ê Hezîranê otomobîlek wergeriya di encam de ji malbatekê 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li Taxa Gunyurdê ya navçeya Tarsusê, otomobîla bi şofêrtiya Haci Yoldaş dema di ser pirê re derbas dibû ji rê derket û wergeriya kanala avê.
Di bûyerê de Haci Yoldaşê 36 salî, hevjîna wî Fesla Yoldaşa 40 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û zarokên wan Muhammed Enesê 8 salî û Ahmet Erenê 10 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Muhammed Enes û Ahmet Eren ji nav otomobîlê hatin derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê hatin veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Muhammed Enes canê xwe jidest da.