Seferên esmanî yên Tirkiye û Îranê dîsa dest pê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Geştên esmanî yên di navbera Tirkiye û Îranê de roja Duşemê careke din dest pê dikin.
Geştên esmanî yên di navbera Tirkiye û Îranê de 13ê Hezîranê piştî destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê hatibûn rawestandin.
26ê Hezîranê ji Tirkiyeyê ber bi welatên Erebî yên ku geşt hatibûn rawestandin, careke din geştên esmanî dest pê kiribûn.
Birêvebirê Giştî yê Kompanya Rêyê Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) Bîlal Ekşî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku roja 30ê Hezîranê geştên Îranê careke din dest pê dikin.
Bîlal Ekşî got, “Roja Duşemê 30ê Hezîranê em dîsa geştên Îran-Meşhedê didin destpêkirin.”