Şûraya Leşkerî ya Bilind di civînê de ye

28-07-2016
RÛDAW
Nîşan YAŞ ûraya Leşkerî ya Bilind Civîn Binalî Yildirim
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) bi serokatiya Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li Koşka Çankayayê destpê kir.

 

Heta niha civîn li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê çêdibû. Lê ev yekem car e ku civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind li dervayî baregehê çêdibe.


Serokwezîr Binali Yıldırım cara ewil e ku serokatiya civînê dike û Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işık jî cara ewil e beşdarî civînê dibe.


Di civînê de terfî û wezîfedarkirina hêzên çekdar wê bên axaftin. Mijara herî girîng jî wê hewldana derbeyê be.


Xebat wê di rojekê de biqedin Xebatên şûrayê salên berê 3 roj dewam dikir.


Li gor daxuyaniya Serokwezîr Binali Yildirim xebat dê di rojekê de biqedin. Biryarên ku civînê de bên dayîn dê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyip Erdoğan bikin da ku ew jî pesend bike.


Pişt re wê van biryaran ji raya giştî re werin eşkere kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst