Li Bursayê tankera ku ji bo vemirandina agir av dibir wergeriya: 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Tankera ku ji bajarê Boluyê av dibir ji bo vemirandina agirê li daristanên Bursayê wergeriya û 3 kes mirin.
Du roj in agir bi daristanên navçeyên Gursu û Kestelê yên Bursayê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.
Li hinek ciha agir gihîştiye cihê niştecihbûnê û gelek gund û mal hatine valakirin.
Tankera ku ji Boluyê av dibir ji bo vemirandina agir wergeriya.
Şofêr Kazim Bayrak li cihê qezayê û her du kesên li gel jî li nexweşxaneyê mirin.
Parêzgariya Bursayê derbarê qezayê de daxuyaniyek da û got:
“Dema agir nêzîkî gundê Aglaşan bû, gelek çûn wê derê.
Kazim Bayrak jî ku ji Boluyê bi tankera xwe ya avê hatibû midaxele bike, dema nêzîkî cihê agir bû tanker wergeriya.”
Tê gotin ku Kazim Bayrak bi dilwazî ji Boluyê çûye da ku alîkariya tîmên vemirandina agir bike.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand ku li navçeyên Kestel û Harmancikê yên Bursayê, navçeya Safranboluyê ya Karabûkê û li Mereşa Bakurê Kurdistanê agirê ku bi daristanan ketiye didome û tîmên pêwendîdar hewl didin agir vemirînin.